ÎSÎG: Di 4 mehan de 575 karker mirin 2018-05-08 17:22:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), rapora 4 mehên 2018'an ên cînayetên karkeran aşkere kir û diyar kir ku di 4 mehan de 575 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tendiristiya Karkeran raporên cînayetên kar ên Çile, Sibat, Adar û Nîsanê yên 2018'an bi raya gitî re parve kir. ÎSÎGM'ê bi grafîkekê rapora 4 mehan li ser medya civakî parve kir û diyar kir ku di 4 mehan de 575 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî grafîka ÎSÎGM'ê wiha ye. Di mela çile de 144, di sibatê de 128, di adarê de 126 û di nîsanê de jî herî kêm 177 karker bi giştî 575 karkeran jiyana xwe ji dest dane.