Welatiyên berasteng: Hûn me nebînin em jî we nabînin 2018-05-08 16:09:24   ENQERE - Welatiyên berasteng yên ji çar aliyên Tirkiye hatin Enqereyê, daxuyaniya '2 hezar û 500 welatiyên berasteng di saziyên dewletê de îstîhdam dikin' şermezar kirin û gotin: “Yên me berastengan nebînin, em jî wan nabînin."    Li ser banga Konfederasyona Berastengên Tirkiye, welatiyên berasteng yên ji çar aliyên Tirkiye hatin Enqereyê, daxuyaniya '2 hezar û 500 welatiyên berasteng di saziyên dewletê de îstîhdam dikin' şermezar kirin û gotin: “Yên me berastengan nebînin, em jî wan nabînin."  Welatiyên Berasteng li pêş Serokatiya Personelên Dewletê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman. Welatiyan bertekên xwe bi pankart û dirûşmeyan anîn ziman. Welatiyan li vir pankarta “Berasteng di 2018’an de 10 hezar kadro dixwaze" vekirin û bê navber dirûşmeyên “Em ne sedeqeyê, kar dixwazin", “Ka edalet, ka edaleta dewleta civakî" û “Bijî têkoşîna me ya bi rûmet" berz kirin. Li ser navê Konfederasyona Astengdaran a Tirkiye Ayperî Baskaya daxuyanî xwend. Başkaya wiha got: "Di 22'ê Nîsanê de 90 hezar welatiyên berasteng ketin Ezmûna Hilbijartina Personelên Cemaweriyê yên Berasteng. Li gel vê yekê tenê 2 hezar û 500 kes hildigirin kar. Îstîhdama herî kêm didin welatiyên berasteng. Yên ku me nebînin em jî wan nabînin. Di demên dawî de tiştek ji bo welatiyên berasteng tune. Tenê wekî 2 hezar û 500 kesên berasteng nêzîk dibin."    Piştî daxuyaniyê belav bûn.