Zarokê piçûk piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derket 2017-10-12 14:00:35 WAN - Di teqîna li Geverê de du birayên bi navê Erhan û Umut Kozay birîndar bûbûn, Umut jiyana xwe ji dest dabû, Erhan li nexweşxaneyê dihat dermankirin, piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derket. Li taxa Eskî Kişlayê ya navçeya Geferê ya Colemêrgê di 30'yê Îlonê de teqîn pêk hatibû, di teqînê de Erhan Kozay ê 6 salî û birîndar bûbû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê. Piştî hat dermankirin ji nexweşxaneyê derket. Di heman teqînê de birayê wî Umut ê 5 salî jî jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî li Geverê hatibû definkirin. Erhan hêj her du lingên wî di alçiyê de ne û destê wî yê rastê girêdayî ye, 2 roj e ji bo pansumana destê xwe diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.