Mevlude Başdaş li gel ji sedî 86 astengdar e jî nayê berdan 2018-05-08 12:54:23 ÎZMÎR – Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş a li Girtîgeha Şakranê li gel ji sedî 86 astengdar e jî nayê berdan. Kurê wê Metîn Başdaş diyar kir ku dayika wî bi alîkariya girtiyan derdikeve hevdîtinê û ew dixwaze dayika xwe sax ji girtîgehê derbixe.  Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş (60) li gel ji sedî 86 astengdar e jî li Girtîgeha Şakranê ya Jinan tê ragirtin. Her roja ku diçe rewşa Başdaş xera dibe. Kurê wê Metîn Başdaş çû hevdîtina dayika xwe û got ku êdî dayika wî nikare bimeşe û rewşa wê xerab dibe. Başdaş anî ziman ku dayika wî bi alîkariya girtiyan dibin û tînin hevdîtinan û got: “Bila dayika min berdin. Nexweşînên wê yên wek dil, şekir, gurcik, tansiyon hene. Ji sedî 68 rapora ji nexweşxaneyan girtiye heye û astengdar e. Ev rewşek mirovî ye. Me li gel serî li dozgeriya Îzmîrê û girtîgehê jî da. Piştî serlêdanê birin Saziya Tiba Edlî (ATK). Di 8 mehan de di 20’ê adarê de rapor amade bû. Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne” dan. Nedane zanîn ku çima dê di girtîgehê de bimîne. Rewşa dayika min li holê ye. Ew qas em li ser karê berdana wê çûn û hatin jî lê wê bernadin. Nexwe nexweşxaneyên dewletê derewan dikin. Ewqas rapor dane. Niyeta van ew e cenazeyê dayika min bidin me.”    ‘EZ NAXWAZIM CENAZEYÊ WÊ WERBIGIRIM’    Başdaş da zanîn ku li girtîgehan ji hezarî bêtir girtiyên nexweş hene û wiha got: “Dayika min tenê ji ber got ‘bila leşker û gerîla nemirin’ bû mertala zindî. Dayika min nexwest kes bimire. Hevalên wê bi zehmetî ew anîn hevdîtinê. Hevalên wê yên qawîşê dibêjin ‘çi dibe bila bibe, divê ji girtîgehê derbikeve.’ Ez ji wan dayika xwe sax dixwazim. Ez naxwazim em cenazeyê we werbigirin. Bila heyetek serbixwe biçe girtîgehê Û rewşa li wir bibîne. Bila pişt re jî ew biryarê bidin. Ka ev mirov dikare di girtîgehê de bimîne an na. Tiştek bê serê dayika min dewlet, daraz û girtîgeh berpirsyar e.”