Daxwaza Muharrem Înce ya Demirtaş ziyaret bike hat erêkirin 2018-05-08 12:33:59   ENQERE - Namzetê CHP’ê yê Serokomariyê Muharrem Înce, ji bo namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş çarşemê ziyaret bike serî li Wezareta Dadê dabû. Wezareta dadê bersîva erênî da.    Namzetê CHP’ê yê Serokomariyê Muharrem Înce, duh li meclîsê daxuyanî da û diyar kir ku dê namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş roja çarşemê ziyaret bike. Piştre ji bo ziyareta Demîrtaş destûr ji wezareta dadê xwest. Wezareta Dadê serlêdana Înce nirxand û bersîva erênî da.  Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, der barê serlêdana Muharrem Înce de daxuyanî da û got: "Elbette em dê daxwaza Înce ya ziyaretê bersiva erênî bidin."