Waliyê Şirnexê beramberiya dengên ji bo AKP’ê soza dayîna tapoya erdan dide! 2018-05-08 09:07:28   ŞIRNEX - Hat destnîşankirin ku Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş ku beriya hilbijartina zordest li gundan digere û ji bo AKP’ê dengan dixwaze li gundê Kûrtûlûşê ji gundiyan re gotiye: “Eger hûn dengê xwe bidin AKP’ê, 4 meh şûnde hûn ê karibin tapoyên xwe bigirin.”    Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş ku beriya hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê tevî Serokê AKP’ê yê Şirnexê Îbrahîm Halîl Erkan û hin leşkerên payebilind li gundên girêdayî navenda Şirnexê û girêdayî navçeyên wê digire, gera xwe didomîne û ji bo AKP’ê doza dengan dike. Piştî gundên girêdayî navenda Şirnexê û gundên girêdayî navçeya Qileban, Basan û Cizîrê niha jî li gundên Silopiyayê digere.    ‘EGER HÛN DENGÊ XWE BIDIN AKP’Ê 4 MEH ŞÛNDE HÛN Ê KARIBIN TAPOYÊN XWE BIGIRIN’    Walî Aktaşê ku çend roj bi ewlehiyeke bilind li gundê Kûrtûlûşê yê Cizîrê geriya, hat diyarkirin ku ji gundiyan daxwaza kiriye ku dengê xwe bidin AKP’ê û eger dengê xwe bidin AKP’ê wê pirsgirêka wan a avaniya binerdî bê çareserkirin. Aktaş, soz daye ku dê li gund dibistan jî bê çêkirin. Gundiyan der barê serdana Aktaş de agahî dan û îdiakirin ku Walî Aktaş gotiye eger dengê xwe bidin AKP’ê dê gundî 4 meh şûnde karibin tapoyên erdên xwe bistînin.