Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê: Em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe û şantiye bi şantiye bigerin 2018-05-08 09:06:34 STENBOL - Endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê, anîn ziman ku ew ê mal bi mal, kuçe bi kuçe, şantiye bi şantiye bigerin û xebatên hilbijartinê bi rê ve bibin. Endamên meclîsan gotin bêyî HDP’ê dê rejîma yekzilamî nerûxe.  Endamên Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê, hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nirxandin. Edîbe Parlak, diyar kir ku 24’ê Hezîranê ji bo herkesî tê wateya aştî, hêvî û wekheviyê û got: “Nemaze jî di pêvajoya dawîn de şideta li ser dijî jinê zêdetir bûye. Û ev dîrok di heman demê de tê wateya azadiya me jinan. Di vê hilbijartinê de em ê li qadan û kuçeuan bin. Roja hilbijartinê jî em ewlehiya sindoqan pêk bînn. Em ciwan çi ji destê me bê em ê bikin.”    ‘HEM JI BO ME HEM JI BO NASNAMEYA ME’    Parlak, destnîşan kir ku HDP hêviya vî welatî ye û got: “Tekane partiya ku em di çarçoveya mafên wekhev de tên gel hev, bîra me, baweriyên me û xwemaliyên me tîne gel hev HDP ye. Ji ber ku em partiyeke ku gelek komên siyasî yên cuda di bin banê wê de tên gel hev û bi awayekî azad tîne ziman em li vira ne. Û ji ber vê em xebatan bi rê ve dibin. Em hem ji bo xwe hem ji bo nasnameya xwe xebatan bi rê ve dibin.” Parlak bal kişand ser îtifaqa partiyên din ku HDP ne di nav wan de ye û got: “Lê belê dê HDP di hilbijartinê de bi ser bikeve.”    ‘EM Ê SINDOQAN BÊXWEDÎ NEHÊLIN’    Yûsûf Keleş, anî ziman ku sempatiyeke wan a ciwanan ji bo namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş heye û got: “Ew ê hem xebatên xwe yên hilbijartinê bi rê ve bibin hem jî em ê bi awayekî baş xwedî li sindoqên xwe derkevin. Em ê tu sindoqeke xwe jî bêxwedî nehêlin.” Her wiha Keleş diyar kir ku AKP û MHP ji bo kurdan ji holê rakin îtifaq çêkirine û îtifaqa CHP’ê ya bi partiyên din re jî xwedî heman ferasete ye. Keleç destnîşan kir ku lê belê ew ciwanên HDP’ê ew ê li hemberî vê yekê peywira xwe bi cih bînin. Keleş destnîşan kir ku bêyî HDP’ê li vî welatî dê rejîma yekzilamî nerûxe.     'EM Ê BIBIN DENGÊ HEVALÊN XWE YÊN DI GIRTÎGEHAN DE’    Zelal Çagla jî diyar kir ku ew ê li hemberî pêkanînan li ber xwe bidin û li her qadê refên berxwedanê zexm bikin. Çagla got: “Hevrêyên me di girtîgehan de ne û mafên wan tên xespkirin. Mafên xwendekaran tên xespkirin. Em ê li hemberî vê yekê rawestin û dengê xwe bilind bikin. Em ê di 24’ê Hezîranê de bi hev re xeta têkoşînê xurt bikin û bersiva vê yekê bidin. Dîrok guherbar e. Em kirdeya vê dîrokê û demê ne. Û yê ku dê vê yekê biguherîne em in.”    'HDP BI TENA SERÊ XWE DIKARE FAŞÎZMÊ BIRÛXÎNE’    Çagla bal kişand ser îtifaqa di navbera AKP-MHP’ê û îtifaqa di navbera CHP, ÎP, SP û DP’ê de û got: “Tirsê ew anîne vê radeyê. Ji bo me hemû elementên îktîdarê yek in. Tu bi kuderê îktîdarê digirî bigire, dîsa îktîdar e. Ji ber vê ez vê rewşê wekî nîşaneya tirsê dibînim. Pêdiviya HDP’ê bi tu kesî tune ye. Bi tena serê xwe dikare zorbetiyê, faşîzmê û hikumraniyê birûxîne.”    Sûltan Çavdar jî destnîşan kir ku tekane armanca wan rêxistinbûyîna ciwanan û civakê ye û ew ê li welat bi rêxistinbûyînê faşîzmê têk bibin. Çavdar got: “Em ciwan em ê bi dirûşmeya ‘me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwaniyê bi ser bikevin’ li dor Demirtaş bibin xelek. Sekna Demirtaş, xebatên wî yên der barê jinan de ji bo me girîng in.”    'EM HEMÛ GELAN VEDIXWÎNIN HDP’Ê’    Nîhat Demîr jî ev tişt gotin: “Em ê xebatên xwe yên hilbijartinê li kuçeyan bi rê ve bibin. Em ê mal bi mal, fabrike bi fabrîke, şantiye bi şantiye bigerin û xebatên xwe bi rê ve bibin. Ev hilbijartin gelekî girîng e. Divê hemû gel dizanibin ku divê siyaseta kurd û kurd esas bên girtin. Divê pirsgirêkê jî esas bigirin an jê tu partî nikare pirsgirêkê çareser bike. Ez hemû gelan vedixwînin siyaseta kurd, vedixwînin partiyê ku peywirê hilgirin û sindoqan biparêzin. Çimkî HDP azadiya jinê diparêze. Parêzvaniya hemû gelan dike. Girîngiyê dide xwezayê, ekolojiye. Loma mîrateya herî girîng a hemû gelan HDP ye. Çewisandinên giran li ser HDP’ê hene, lê dîsa jî nehat tepisandin. Li kuçeyan, li hemû qadên jiyanê têdikoşe. Em dikarin bi tena serê xwe biçin tûra duyemîn jî. Dê partiyên din muhtacî me bibin. Loma em hemû gelan vedixwînin HDP’ê.”    MA / Bilal Seçkin