Zeydan ê HDP’î: Gelê me dê di 24’ê Hezîranê de bersiva pêwîst bide 2018-05-08 09:04:17   ENQERE - 8 sal û mehek cezayê girtîgehê yê parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan hat erêkirin. Zeydan, diyar kir ku daraz fermana AKP’ê bi cih tîne û got: “Ên ku vê zilmê ji bo me rewa dibînin, dê gelê me bersiva pêwîst di 24’ê Hezîranê de bi de wan.”   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Abdullah Zeydan ku di hefteya derbas bûyî de cezayê 8 sal û mehekê girtîgehê ji bo wî hat dayîn, bi navbeynkariya parêzerên xwe daxuyanî da Ajansa Mezopotamya (MA) yê.   ‘DARAZÊ FERMANA AKP’Ê BI CIH ANÎ’    Zeydan, diyar kir ku weke hemû rehînên siyasî yên hatin darizandin, edalet, hiqûq û wicdan jî hat qetilkirin û wiha got: “Di pêvajoya îstînafê de darazê fermana AKP’ê bi cih anî û em di ferqa vê yekê dene.”   ‘EM Ê BERXWEDANA XWE BIDOMÎN IN’    Zeydan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “AKP’a ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de nekarî HDP’ê têk bibe, bi destê darazê hewl dide di şexsê wan de hilbijêran ceza bike. Kesên ku hewl didin, bi biryarên daraza bêhiqûqî me teslîm bigirin, bila baş zanibin ku em bi gelê xwe re, girêdanbûna siyaseta demokratîk re û  bi baweriya xwe, ji her demê zêdetir mezintir û bilindtir bûne.  Ji destpêkê de me dizanî dê daraz bi fermana AKP’ê bi vî awayî ceza bi de me. Berî destnedana me bê rakirin jî me ev yek dizanî. Em dizanî dê cezayên giran, bêmaf û bêhiqûq bidin me. Ji ber ku baweriya me  bi gelê me û siyaseta me ya demokratîk hat me li ber xwe da. Ji vir û şûn de jî em ê berxwedana xwe bidomîn in.  Ji bo daxwazên mafdar ên bi rûmet û esîl ên gelên me pêk werin, hemû gel bi awayekê azad bi hevre bijîn û komara demokratîk bê avakirin di her şert û mercê de em ê têkoşîna xwe ya bi rûmet berdewam bikin. Ên ku gelê me tune dihesibîn in, zilmê layîqî gelê me dibîn in, dê gelê me di 24’ê Hezîranê de bersiva herî pêwîst bide wan.”   MA / Hayrî Demîr