ROJEVA 8'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-08 09:00:03 * Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, careke din mimar û endezyarên bi KHK’yan hat îxrackirin ceza kir. Wezaretê bi sererastkirinekê heta sala 3025’an xebata di nav pergala venêrînê ya avaniyî de ya endezyar û mîmarên bi KHK’yan hatin îxrackirin asteng kir. Endezyarên bi KHK’yan hatin îxrackirin ji bo vê biryarê ev tişt gotin: “Ev sûretê fermî  yê îbretî ye ku di rêveberiya dewletê de kêfiyet ji eyarê xwe derketiye.”  * Komên Çekdar ên ji sala 2011'an ve xwe di bin baneyê DAIŞ'ê de li Rojhilatê Gûtayê bi rêxistin kirin, di nava 7 salan de Xuta talan û wêran kirin. Di 2 salên dawî de ji ber şerê li nava Xuta Hezar û 600 sivîl hatin kuştin. Heta niha 41 hezar û 480 komên çekdar ên Xuta talan û wêran kirin, bi malbatên xwe re li Efrînê tên bi cih kirin.    * Piştî bihabûna maliyetên mazot, gubre, dermanan û firotina fabrîkeyên şekir hilberîneran dev ji pincarê jî berda. Li Erdîşê 1650 cotkarên ku salê 25 ton ber bi dest dixistin, îsal piraniya wan dev ji çandiniyê berda.    *  Endamên Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê anîn ziman ku ew ê mal bi mal, kuçe bi kuçe, şantiye bi şantiye bigerin û xebatên hilbijartinê bi rê ve bibin. Endamên meclîsan gotin bêyî HDP’ê dê rejîma yekzilamî nerûxe.    * Arîna 10 mehî ku tevî diya xwe di Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2’yan a Rihayê de ye, nexwşîna astimê lê peyda bûye. Ligel ku rapora wê heye, dîsa jî dermanê wê nayên dayîn.    * Hat destnîşankirin ku Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş ku beriya hilbijartina zordest li gundan digere û ji bo AKP’ê dengan dxwaze li gundê Kûrtûlûşê ji gundiyan re gotiye: “Eger hûn dengê xwe bidin AKP’ê, 4 meh şûnde hûn ê karibin tapoyên xwe bigirin.”    * Şemzînaniyên ku di nav pevçûnan de sewalkariyê dikin, carna dibin hedefa guleyan û carna jî ji ber qedexeya derketina derve bi sedan sewalên wan dimirin, lê dîsa jî dev ji sewalkarî bernadin.    * 8 sal û mehek cezayê girtîgehê yê parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan hat erêkirin. Zeydan, diyar kir ku daraz fermana AKP’ê bi cih tîne û got: “Ên ku vê zilmê ji bo me rewa dibînin, dê gelê me bersiva pêwîst di 24’ê Hezîranê de bi de wan.”   *  Li Hezexê 15 rojin av tune ye. Welatî ji tanqêra şaredariya qeyûm tayînî wê hatiye kirin bi pereyan avê distînin. Welatiya diyar kir ku beriya av qut bibe, ava wan wekî heriyê dihat û gotin: “Em heqê ava ku nikarin bi kar bînin didin.”    * Serhat Oglagi ku di sala 1989’an de dema 40 rojî bû hat diyarkirin bavê wî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye û hîn jî cenazeyê wî nehatiye dîtin got, ji bo zarok dê û bav mezin nebin ew di hilbijartina zordest de ji HDP’ê bûye bernamzet.    * 4'emîn danişîna doza Sûrê ku 22 jê girtî 43 kes tên darizandin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza Rojnameger Îhsan Karakaş ê ji ber peyama li ser Efrînê bi riya medya civakî belav kir hat girtin dê li 28'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza 16 jê girtî 21 kesên ku di navde endam û rêveberên DBP û HDP'ê jî hene dê li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.30)    * Hevparên zanîngeha Stenbole dê li dijî peşnûmeya ku dixwazin zanîngehê bikin du qet, dê bi cilên xwe yên akademik li derve derst bidin û bertekên xwe bînin ziman. (12.30)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan dê di civina koma HDP'ê ya Melisê de geşedanên dawî binirxîne. (12:30)   * Odeya Tabîban a Îzmirê, dê li dijî tundiya xizmên  nexweşan ên li ser astîstanan li peş Fakulteya Zarokan a Serwîsa Lezgîn a Zanîngeha Dokuz Eylulê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Danişîna doza Rojnameger û nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA)  Şerife Oruç dê li 2'emin Dadgeha Cezayên Giran a Êlihe bê dîtin. (14.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi boneya balê bikişîne ser zextên li ser xebatkarên JINNEWS'ê dê li avahiya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)