Hîkmet Alma yê Roboskiyî hat berdan 2018-05-07 19:20:51   ŞIRNEX – Hîkmet Alma yê ku di komkujiya Roboskiyê de birayekî wî mir, dema ji bo lêpirsîneke der barê wî de hatibû destpêkirin çû edliyeyê hat binçavkirin, hat berdan.    Hîkmet Alma ku birayê wî Nadîr Alma di Komkujiya Roboskiyê de mir, dema ji bo îfadedayînê çû Edliyeya Qilebanê hatibû binçavkirin. Almayê ku ji ber parvekirnên xwe yên li ser civaka medyayî bi hinceta "Heqaret li serkomar kiriye" hat binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Ceza ya Sulhê hat kirin. Heyeta dadgehê bi şertê venêrîna edlî Alma berda.