2 karkerên înşatê jiyana xwe ji dest dan 2018-05-07 18:04:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), li ser hesabê medya civakî yê twîtterê ya navnîşaan @guvenlicalisma diyar kir ku ostayê qalibê înşaetê Nacî Altintaş û Servet Akyurek jiyana xwe ji dest dane.    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), li ser hesabê medya civakî yê twîtterê ya  @guvenlicalisma, diyar kir ku ostayê qalib ê înşaetê Nacî Altintaş li Samsûnê ji qata 4'an ketiye xwar û jiyana xwe ji dest daye. Meclisa ÎSÎG'ê di heman hesabî de diyar kir ku li Navçeya Reşadiye ya Tokatê jî karkerê înşatê yê 44 salî Servet Akyürek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest daye.