Têkildarî teqîna TUPRAŞ’ê 7 kes hatin binçavkirin 2017-10-12 13:15:30 ÎZMÎR - Têkildarî teqîna TUPRAŞ’ê ku 4 kes tê de mirin , 7 kes hatin binçavkirin.   Piştî teqîna TUPRAŞ’ê ya 4 kes tê de mirin û 2 karker jî birîndar bûn, karkeran serê sibê dest ji kar berdan. Karkerên gotin ew îro naxebitin û ji bo hemû hevalên xwe dest ji kar berdidin, di ketina TUPRAŞ’ê de kom bûn. Serokê Şaxa Petrol-Îş a Alîaga  Ahmet Aktay, li ber fabrîqê daxuyanî da û wiha got: “Me parçe dikin, lê tu ferq dinavbera me de tuneye. Em bang li hemû rayedar û sendîkayan dikin ku ji bo rakirina pergala taşeronê gav bavêjin.”   Aktay, da zanîn ku çalakiya wan a berdana kar, bi guhertina vardiyeyê re bi sînore.     TÊKILDARÎ TEQÎNÊ 7 BINÇAV KIRIN    Hat zanîn ku têkildarî teqîna TUPRAŞ’ê ku 4 kes tê de mirin , 7 kes hatin binçavkirin