Îdiaya li Girtîgeha Odemîş û Kiriklarê girtî hatin derbkirin 2018-05-07 11:59:28   ÎZMÎR – Hat îdiakirin ku li Girtîgehên Jimara 1’an a Tîfa F a Kiriklar û Tîpa T a Odemîşê girtiyên siyasî derb kirin e.    Malbatên girtiyên li Girîgeha Jimara 1’an a Tîfa F a Kiriklarê hevdîtin kirin û diyar kirin ku xizmên wan hatine derbkirin.    Li gorî agahiyên malbatên girtiyan dan, girtiyên bi navê Îshak Dayan û Ecevît di 17’ê nîsanê de di dem sewqkirina nexweşxaneyê de leşkeran lêgerîna li ser wan kiriye û girtiyan derb kirin e. Malbatan got ku piştî derbkirinê her du girtiyan jî nebirine nexweşxaneyê.    LI ODEMÎŞÊ JÎ GIRTÎ HATIN DERBKIRIN    Heman pêkanîn li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş jî pêk hatiye. Malbatan ragihand ku ji ber girtiyan destûra jimartina li ser piyan nedane ji aliyê gardiyanan ve hatin derbkirin. Malbatan da zanîn ku der barê girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê dane girtiyan û kamera li odeyê wan bicih kirine, hemû nivîsên wan desteser dikin û bi heqaretan girtiyan sor dikin.    Li ser van agahiyên malbatan ragihand em bi telefonê Girtîgeha Kiriklar û Odemîşê geriyan. Peywîrdarên girtîgehê agahiyên malbatan dan red kirin û bi îdiaya rayedarên girtîgehê nîn in agahî nedan.