AYM’ê îtîraza ji bo Sûrê red kir 2018-05-07 11:27:12   AMED – AYM’ê serlêdana ji bo biryara “îstimlaqkirina lezgîn” ku bê betalkirin red kir. Di biryara AYM’ê de hat gotin ku “îstimlaqkirin rewa ye û li dijî mafê mafê mülkiyet binpêkirin tune ye” û bi vî awayî îstîmlaqkirin parast.    Desteya Wezîran di 2012’an de “qadên bi risk” îlan kiribû. Di 21’ê adara 2016’an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin û li navçeyên Sûr û Yenîşehîrê yên Amedê li 15 taxan ji bo 6 hezar û 300 parsel biryara “îstimlaqa lezgînî” derxistibû. Xwediyên mal û milk ên ku li dijî vê biryarê têkoşîna hiqûqî birêve dibin, Dadgeha Desûra Bingehîn (AYM) asteng dike.    Yek ji welatiyên Sûrê Halît Olmez ji bo projeya “îstimlaqa lezgîn” bê betalkirin li dijî Wezareta Bajarvanî û Derdorê li Daniştayê doz vekir.    DOZÊ RED KIR    6’emîn Daîreya Daniştayê ku li dozê dinêrî îdia kir ku di biryara îstimlaqê de “ne li dijî hiqûqê ye” û bi piraniya dengan dozê red kir. Daîreyê biryar da ku hemû mesrefên dozê divê Olmez razîne.    JI AYM’Ê XWEST BINPÊKIRIN JI HOLÊ RABE    Li ser vê yekê Halît Olmez bi riya parêzera xwe Rona Sîdar Olmez di mijdara 2017’an de bi takekesî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Olmez di serlêdana xwe de ji AYM’ê xwest binpêkirina pêk hatiye ji holê rabe. AYM’ê demek dirêj serlêdanê hilneda rojeva xwe û di 20’ê adara 2018’an de girêda biryarê. AYM’ê jî serlêdanê red kir.    PRZ. OLMEZ: AYM BANDORA XWE YA HIQÛQÎ WINDA KIRIYE    Parêzer Olmez biryarê nirxand û diyar kir ku biryara “îstimlaqa lezgînî” ya ji bo Sûrê beriya her tiştî “razber” e. Olmez anî ziman ku AYM hemû bandora xwe ji holê rakiriye û hiqûqî tevnagere. Olmez got ku ew ê di demek nêz de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AYM) jî bidin.