Gava kivark kom dikir, pêl mayînê kir 2018-05-07 11:00:04   DERSÎM - Li Pîlemûriyê, welatiyê li çoltarê kîvark kom dikir û pêl mayînê kir, birîndar bû.    Li nêzî gundê Balpayam a navçeya Pîlemûriye ya Dersimê, welatiyê ji bo komkirina kivarkan çû çoltarê û li çoltarê  kîvark kom dikirin pel mayîna polîs û leşkeran kir. Welatiyê ku pêl mayînê kir û mayîn pêde teqîya, birîndar bû. Gundiyan bi telefonê ekîbên tenduristiyê agahdar kirin û ambulans sewqî herêmê hatin kirin. Bi ekîbên tenduristiyê re, maşineyên zirxî yên polîs û leşkeran çûn cihê bûyerê. Yekîneyên tenduristiyê ku çûn cihê bûyerê, piştî mûdaxileya ewil ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê.