Dayîkên Aştiyê dê erka demokrasî û edaletê bigirin ser mile xwe 2018-05-07 09:12:34 ÊLIH - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Êlihê, diyar kirin ku ligel polîtîkayên teslîmgirtinê yên OHAL’ê jî dê di hilbijartinên zordest de, ji bo demokrasî û edalet pêş bikeve dê bi awayekê aktîf peywirê girin û beşdarî xebatan bibin. Meclîsa Dayîkên Aştiyê di her şert û mercide bi salane têkoşîna xwe ya aştiyê bi rêve dibin. Dayîkên Aştiyê j bo vîna gelan derbikeve holê dê di hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de bi awayekê aktîf beşdarî xebatan bibin. Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Êlihê, diyar kirin ku hilbijartin dê di şertên newekhev de pêk bê û wiha gotin: “Di serî de ji bo ewlekariya hilbijartinê û aştiya gelan pêk were emê bixebitin.”   ‘ROJ ROJA TÊKOŞÎNÊ YE’    Dayîka Aştiyê Nuran Seçkîn, anî ziman ku 24’ê Hezîranê roja deriye aştiyê vebeye û wiha axivî: “Tirk, Kurd û Erep kê dibe bila bibe em ji bo wan yekîtî û aştiyê dixwazin. Şertê jiyan bi hevre, di aştiyê re derbas dibe. Em dixwazin mirin çênebin û aştî pêş bikeve. Dixwazin Dayîkên Aştiyê bêdeng bikin. Heya ku evqas zilm, miroin û hêrs hebe, emê çawan bêdeng bimînin. Roj ne roja bêdeng mayînê ye, roj roja têkoşînê ye. Roja 24’ê Hezîranê roja hebûn û tunebûna gelê Kurde. Wê demê hemû kesên dibêjin em Kurdin, divê ji bo hemû siyaetmedarên girtî biçin ser sindoqan û xwedî vîna xwe derbikevin.”    'EMÊ QEZENC BIKIN'   Dayîka Aştiyê Elîf Tîluktîmur jî, da zanîn ku ew ê bi aktîf beşdarî xebatên hilbijartinê bibe û wiha got: “Ez bang li hemû kesê dikim ku bi aktîf beşdarî xebatên hilbijartinê bibin û erka xwe bînin cih. Divê em heya dawiyê li ser sindoqan bin û heya deqeya dawî jî xwedî li kîsên dengan derbikevin. Ne tenê Kurd, divê Tirkên rastî zilmê hatin jî beşdarî xebatan bibin û erk bigirin. Bi taybetî erka herî mezin dikeve ser milê ciwanên Kurd. Em ê bibin dengê namzetê Serokkomariyê yê girtî Selahattîn Demîrtaş û ji bo wî dengan kom bikin.”   'LIGEL OHAL'Ê JÎ EM Ê QEZENC BIKIN'   Dayîka Aştiyê Maşallah Kaya jî, bal kişand ser girînga yekîtiyê û wiha bilêv kir: “Heya ku Kurd yekbin û bi hevre bixebitin, dê di vê hilbijartinê de jî qezenc bikin. Erka bikeve ser milê me em ê pêk bînin. Hin kes ji OHAL’ê ditirsin.  Kurdan di OHAL’ê de gelek hilbijartin derbas kirin û dîtin. Ji vê zêdetir dê nebînin. Ne OHAL û ne jî tu êrîş nikarin me bitirsîn in. Ligel OHAL’ê jî di hilbijartinê de em ê qezenc bikin.”