Elewiyan: Tekane partiya Tirkiyeyê ji kaosê rizgar bike HDP ye 2018-05-07 09:05:06 ÎZMÎR - Elewiyên li Îzmîrê, diyar kirin ku di çarçoveya daxwazên xwe yên bi salane tînin ser ziman dê biçin ser sindoqan û gotin: “Tenê HDP dikare daxwazên me çareser bike. Tekane partiya Tirkiyeyê ji kaosê rizgar bike partiya HDP’ê ye.” Elewiyan hibijatina zordest a 24’ê Hezîranê nirxandin û gotin: “Divê em li dijî îtîfaqa AKP-MHP’ê û îtîfaqa CHP, Partiya Iyî, Partiya Saadet û Partiya Demokrat derbikevin. Ji bo pêşeroja Tirkiyeke bi ronahî tekane adresa me Elewiyan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ye.”   'HEMÛ LI WIR BÛN'   Welatiya Elewî Sakîne Sari, diyar kir ku dê bi daxwazên xwe yên bi salane tînin ser ziman dê biçin ser sindogan û wiha axivî: “Bêyî ku zext û êrîş hebin em dixwazin di cemxaneyan de ayîn bikin. Em dixwazin mafên me yên hevpar hebin. Divê statuya Elewiyan bê qebûlkirin. CHP dixwaze HDP û rêxistinên sosyalîst ên çepgir ji derve de bihêle û bi partiyên rastgir re îtîfaqa ava kir. Ev yek ne raste. Ger ezê dengê xwe bidim kesên gelên me qetilkirin, ez nedim baştire. Partiyên li wê derê dest dan hev û em qetil kirin. Ezê çawan dengê xwe bidim wan. Divê êdî krîza aborî jî bi dawî bibe.”   Sari, da zanîn ku hêviya gelên Tirkiyeyê Demîrtaş e û wiha got: “Ez dengê xwe bidim HDP’ê û tevlî xebatên hilbijartinê bibim. Hikûmet êrîşên li ser Elewiyan meşrû nîşan dide. Ji bo HDP qezenc bike û polîtîkayên êrîşkar ên li ser gelan bi dawî bibe emê bi hemû hêza xwe bixebitin. Tekane partiya yekitiya gelan ava bike, Tirkiyeyê mezin bike û ji kaosê rizgar bike partiya HDP’ê ye.”    ‘DIVÊ HEMÛ BEŞÊN BINDEST BI HDP’Ê RE BIBIN YEK’    Kemal Mutlu jî, anî ziman ku ji bo pêşerojek azad divê di 24’ê Hezîranê de ew di aliyê demokrasiyê de sekna xwe diyar bikin û wiha bilêv kir: “Mîna hemû gelên Tirkiyeyê, hilbijartin dê ji bo Elewiyan jî bibe mîlad. Ne tenê Elewî, divê hemû gel di sindoqande hêza xwe ya cewherî danin holê. Elewî tim hatine binpêkirin û kêm hatine dîtin. Ji bo Elewî carek din di jenosîdê re derbas nebin, neyên sîrgûn kirin û qetil kirin, ev hilbijartin ji bo me girînge. Em bi vîna xwe ya cewherî mafê xwe yê temsîliyetê dixwazin. Elewî ji bo rêya xwe û baweriya xwe divê di sindoqan de bibin yek deng. HDP piştgiriyê dide gelên mezlum. Dixwazin HDP’ê têk bibin. Lê ligel vê yekê jî dê HDP bendavê derbas bike. Hemû kesên dibêjin ez mirovim, ji bo pêşeroja xwe, gelên Kurd, Tirk, Erep, Elewî, Sosyalîst, bindest û Tirkiyeyê divê di sindoqan de bi HDP’ê re bloka yekîtiyê ava bikin.”   'PARTIYÊN DIN BERPIRSÊN KOMKUJIYAN E’   Aslan Sultan jî, destnîşan kir ku ew ê bi hêviya serkeftina yekîtiya gelan di hilbijartinê de dakevin qadan û wiha axivî: “Ji dîrokê heya roja îro CHP tim bi partiyên rastgir re diçe îtîfaqê. Ji komkujiya sala 1938’an CHP berpirsiyare, ji Mereş û Çorumê MHP, ji windakirin û binçavkirinên salên 1993’yan Meral Akşener, ji Roboskê û wêrankirinên di van salên dawî de çêbûn jî AKP berpirsiyare. Hemû weke hevin û hatine gel hev. A girîng gelê me di eniya çepgir de cih bigire û serkeftinê bi dest bixe ye. Pirsgirêka Elewiyan li welatê me hîna jî mîna birînek xwîn jê tê ye. Derbarê vê yekê de projeyên HDP’ê hene. Em her tim dibêjin, kê pirsgirêka Elewiyan çareser bike, em ê dengên xwe bidin wê partiyê. Divê Elewî jî li cihê rast bisekinin.”    ‘HDP DÊ GELAN RONÎ BIKE’   Fatma Yalçinkaya jî, da zanîn ku ji bo Elewiyan laiklik girînge û wiha got: “Ji serdema Osmaniyan û vir ve tu carî Elewî nebûn xwedî mafek wekhev. Elewî di vê hilbijartinê de divê, dengên xwe bidin demokrasiyê. Divê em dengên xwe bidin HDP’ê. HDP dê hemû gelan ronî bike. Elewî divê êdî nebin baxçeyê paş ê CHP’ê û dengên xwe bidin HDP’ê. Elewiyên hêviyên xwe bi CHP’ê girê didin, şaşiyan dikin. Ji bo em rastiyan derbixin holê, divê em birêve bibin.”