Leşkeran ewil xwarin xwarin, dûre xwediyê malê derp kirin û binçavan kirin 2018-05-07 09:01:39   COLEMÊRG -  Leşkerên piştî pevçûna nêzî gundê Kotranîs derket hatin gund, bi îdîaya “Terorîstan xwedî dikin” 3 welatê bi lêdanê binçav kirin. Sidika Kaya, diyar  kir ku gava pevçûn berdewam dikir leşker hatin mala wan xwarin xwarin û dûre ew û 2 xizmên wê bi lêdanê binçav kirin.    Li nêzî mezraya Orîte ya Gundê Katranis a navenda Colemêrgê di 26’ê Nîsanê de, dinavbera TSK û HPG’iyan de şer derket. Piştî şer leşker hatin gunf Sidika Kaya, Şaban Kaya û Omer Kaya binçav kirin. Sidika Kaya 4 rojên xwe yên dibin çavan de man wiha vegot: “Leşkeran destpêkê li mala me xwarin xwarin û dûre tîyê min û biraziyê min bi lêdanê binçav kirin.”    'ŞER DEMEK DIRÊJ BERDEWAM KIR'   Kaya, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Serê sibê bû em razayîbûn. Saet 05.00’an de ji nişkade em bi dengê helikopter û avêtina bombeyan şiyar bûn. Ji ber dengê çekan demek dirêj em ji malê derneketin. Gava pevçûn berdewam dikirin, du leşker hatin ber mala me û xwarin xwestin. Ez û hevjînê xwe berî jî di gund de diman. Hevjînê min berî mehekê bi hinceta ‘Alîkarî dayîna rêxistinê’ hat girtin. Ji ber vê yekê birayê hevjînê min û hevjîna wî ji bo kar û barê gund hatin alîkariya min. Biraziyê min Omer ê nû ji girtîgehê derket xwest gund ziyaret bike. Ez, tiyê min Şaban, hevjînê wî û birazîyê hevjînê min Omer li malê razayîbûn. Li aliyekê çend helîkopteran herêm topbaran dikirin û bi çekên makîneyê gule direşandin û li aliyê din jî balafirên şer Dola Kenger bomberan dikirin.”   DESTPÊKÊ XWARIN XWARIN DÛRE BINÇAV KIRIN    Kaya, diyar kir ku gava pevçûn berdewam dikir du maşîneyên leşkeran hatin ber mala wan û wiha bilêv kir: “Êdî roj ava bibû. Silav dan me û ketin malê. Ji me re gotin em birçîne. Min jî ji wan re çay û xwarin amade kir û danî ber wan. Van leşkeran xwarin xwarin û ji gund veqetiyan. Dûre yekser mînîbuseke sipî û gelek maşineyên leşkeran hatin û derdûra malê dorpêç kirin. Vê carê mal ser û bin kirin. Tiyê min Şaban û biraziyê wî Omer destê wan paşve girêdan û li ber çavên min demek dirêj derp kirin. Me ji wan pirsî hûn çima wisan li me dikin, gelo me çi ji we kiriye? Wan jî bersiva ‘hûn li vê derê terorîstan xwedî dikin’ dan me. Ev zilma wan heya bi şev berdewam kir. Em hemûsaet 18.00 şevê bi lêdanê binçav kirin û bi xwe re birin. Ez 7 rojan li navenda Kişlaya Fatîh a Leşerkî girtim. Ji ber nexweşiyên xwe yên tansiyon û şerê nerehet bûm û rojê li nexweşxanê hatim dermankirin. Piştî 7 rojan ez derxistim dadgehê û serbest berdam. Gotin ji dosyayek cûda cezayê Omer hatiye erêkirin û ew şandin girtîgehê. Ji xwe ji nû ji girtîgehê derketibû. Tiyê min Şaban jî hîna dibin çavan deye.”   Kaya, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bê bela sebep em binçav û derp kirin. Piştî vê bûyerê me nekarî em biçin gundê xwe.”   MA / Hamza Gunduz