Rojnameya Times: Li Tirkiye dê hilbijartin ne azad û ne adîl be 2018-05-07 08:56:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Îngîlîstanê The Tîmes, bal kişand ser hilbijartina li Tirkiye ya di 24'e Hezîranê de pêk bê û anî ziman ku Erdogan ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve avantajên OHAL'ê bikar tîne û muxalifan bêdeng dike. Rojnameyê da zanîn ku ev hilbijartin dê ne azad û ne adîl be.  Rojnameya îngîlîstanê ya The Times di nivîsa sernavê "Ne azad û ne jî adîl" de bal kişand ser hilbijartina li Tirkiye di 24'ê Hezîranê de bê lidarxistin. Rojnameye di nivîsê de diyar kir ku Serokomar Erdogan ji bo di hilbijartinê de serkeftinê bi dest bixe hemû muxalifan bêdeng dike. Rojnameyê da zanîn ku Erdogan ji bo ji bilî wî kesekî din bi ser nekeve hemû derfetên OHAL'ê li gorî xwe bikar tîne û hilbijartin salek anî pêş û xwest muxalîfan têxe nava heriyê.  Rojnameyê destnîşan kir ku ev hilbijartin dê ne azad be û ne adîl be. Serokomar Erdogan ji bilî xwe naxwaze kesekî din bi ser bikeve. Ji bo vê yekê jî hilbijartina salek şûnde pêk bê niha pêk tîne. Dîsa rojnameyê da zanîn ku karsazên biyanî ji ber rêveberiya otorîter ji Tirkiye dûr disekinin.