3 hezar û 216 personelê girtîgehan ketin ber lêpirsînê 2017-10-12 12:12:44 ENQERE - Li gorî qeydên Wezareta Edaletê di 10 salan de ji ber ku personelên girtîgehan li dijî girtî û hikumxwaran muameleya xirab pêk anîn, der barê 3 hezar û 216 kesan de lêpirsîn hat vekirin. Ruxmê ew qas pêkanînan jî wezaretê ji bo lêkolînê yekîneyeke taybet ava nekir.   Li girtîgehan binpêkirinên mafan û muameleya xirab a gardiyanan di asta herî jor de hat qeydkirin. Li gorî daneyên Wezareta Edeletê muameleya xirab a li dijî girtî û hikumxwaran gelekî zêde bûye. Tenê di 10 salên di navbera salên 2007-2017'an de ji ber ku li girtîgehan muameleya xirab zêde bû, girtî bi pêkanînên derveyê mirovahiyê re rû bi rû man, der barê 3 hezar û 216 gardiyanan de lêpirsîn da destpêkirin.   ÇELÎK LI GIRTÎGEHÊ PIRSÎ   Piştî Wekîla HDP'ê ya Mûşê û Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê Burçu Çelîk li girtîgehê pirsî, ev dane derketin holê. Çelîk li girtîgeha ku lê dimîne bi pêrnûneyekê xwest der barê girtîgehan de pirsên wê bên bersivandin. Çelîk a di meha Nîsanê de hat girtin, di çarçoveya xebatên qanûnê yên der barê girtîgehan de tên berdewam kirin de, di 15'ê Gulanê de bi xwe jî dibe şahidê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Piştî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag peywira xwe dewrî Abdullhamît Gul kir, bersiva pirsnûmeyê jî rojên borî hat dayîn.   Çelîk di pirsnûmeya xwe de bi taybetî bal kişand ser Girtîgeha Şakranê û di nav 15 salan de li girtîgehên Tirkiyeyê li dijî girtî û hikumxwaran çiqas sûc pêk hatin û der barê çend kesan de lêpirsîn hat vekirin, ji Wezîrê Edaletê pirsî. Li gorî bersiva ku hatiye dayîn di 10 salan de ji ber peywira xwe xirab bi kar anîne, der barê 3 hezar û 216 kesan de lêpirsîn hatiye vekirin. Çelîk binpêkirinên mafan ên dema Rewşa Awarte (OHAL) de jî pirsî û wezaretê di bersiva xwe de îdia kir ku ew wekî wezaret binpêkirinên mafan lêkolîn dikin.    ÎHD'a Amedê di rapora xwe ya 6 mehan a sala 2017'an de piştrast kiribû ku herî kêm 70 bûyerên îşkenceyê, binpêkirinên mafan û muameleya xirab rû dane. Li gorî rapora ÎHD'ê di sala 2016'an de herî kêm 191 binpêkirinên mafan rû dane. Ev tenê hejmarên li bajarên kurdan rû dayî ne. Li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê yê, Navenda Giştî ya ÎHD'e ev hejmar wekî 348 binpêkirinên mafan destnîşan kiriye. Ev jî dide nîşan ku her roj herî kêm 3 binpêkirinên mafan rû didin.