Manîfestoya Erdogan a hilbijartinê zêdekirina ÎHA û SÎHA'yan e 2018-05-06 17:18:21     STENBOL - Serokê Gişti yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, manîfestoya hilbijartinê aşkere kir û diyar kir ku ji bo bibin hêza kurevî dê hilberîna çekan berdewam bikin û helîkopterên Atak, ÎHA û SÎHA'yan zêde bikin.    Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, di kongreya Bajar a Stenbolê de manîfestoya hilbijartinê aşkere kir. Erdogan, li Spor Salona Sînan Erdem a Bakirkoyê xîtabî komê kir û diyar kir ku ew dê hilberîna sîlehan berdewam bikin. Erdogan, anî ziman ku ew dê hilberîna çekan berdwam bikin û hêjmara helîkopterên Atak, ÎHA û SÎHA’yan zêde bikin. Erdogan da zanîn ku dê sanayiya parastinê xurt bikin û got: "Em dê li sînorê Başûrê xwe koridora terorê ava bikin. Em dê ji Aynelarab heta Hasekê û ji wir jî heta Sincar û Qandîle operasyonên xwe berdewam bikin.