Denîz Yusuf û Huseyîn hatin bibîranîn: 46 salin ala têkoşîna sosyalizmê nin 2018-05-06 16:59:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveber û nûnerên rexistinên civakî û sosyalîst, di 46'emîn salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan ên di 6'ê Gulana 1972'an de hatin darvekirin, li ser gora wan a Enqereyê û gelek bajaren din, bernameyên bîranînê pêk anîn. Seroka  Giştî ya EMEP'ê Selma Garkan, di bîranîna li ser gora wan a Enqereyê de diyar kir ku Denîz, Yusuf û Huseyîn 46 salin li dijî emperyalizmê bûne ala têsoşîna sosyalizmê."    Pêşengên tevgera 68'an Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan ên di 6'ê Gulana 1972'an de li Enqereyê hatin darvekirin, di serî le li ser gorên wan ên Enqere û gelek bajarên din hatin bibîr anîn. Di bîranînan de Seroka EMEP'ê Selma Gurkan, Parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçu û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî tiv li bernameyên bîranînê bûn.    ENQERE   Dedîz, Yusuf û Huseyîn li ser goristana Karşiyaka ya Enqereyê ji aliyê nûnerên rêxistinên ciwanan, partiyen siyasî, nûnerên rêxistinên civakî û gelek beşên din ve hatin bibîr anîn. Li ser bîranîna "Sê Şitl"an li ser gorên wan kom bûn û dirûşmeyên “Yusuf, Huseyin, Deniz, tekoşîna we didome û dê bidome", “Hevkar û Emperyalistno, Fîloya 6'emîn ji bîr nekin" û “Dê ciwan bên, dê sosyalizm bê." berz kirin. Li ser gorê rêz hat girtin û sirûda Enternasyonal hat xwendin. Liser navê komê Hevberdevka Platforma Şaxan a KESK'ê ya Enqereyê Sultan Saygili li vir axaftin kir û wiha got: "Em pêşengên şoreşa Tirkiye silav dikin. Çîna emperyalist kapitalist li cîhanê de di serî de li dijî çîna karkeran li dijî hemû mirovahiyê koletî û dagirkeriyê ferz dike. Li Tirkiye gelên kurd, tirk, êzîdî û ereb êşê dijîn. Gel rastî komkujiyan tên. Ev di bin berpirsiyariya Erdogan û AKP'ê de pêk tê. Em têkoşîna li dijî emperyalizmê silav dikin."   EW BÛN ALA SOSYALÎZMÊ   Seroka  Giştî ya EMEP'ê Selma Garkan jî, di bîranîna li ser gora wan a Enqereyê de diyar kir ku Denîz, Yusuf û Huseyîn 46 salin li dijî emperyalizmê bûne ala têsoşîna sosyalizmê. Ew 46 salin li dijî emperyalizmê bûn ala aştî, serxwebûn û sosyalîzmê. Bûn sembola rizgariya neteweyî." Piştî axaftinê qurnefil danîn ser gora wan û belav bû.    MÊRSÎN    Şaxa Komeleya 68’an a Mêrsînê, li Navçeya Toroslarê li Daristana Bîranînê ya Aştî û Xwişk û Biratiyê ya 68’an bernameya bîranînê pêk anîn. Di bernameya bîranîna Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan de Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu, Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsîne Aytug Atici û Serdal Kuyucuoglu, Endamê MYK'ê yê EMEP'ê Levent Tuzel, Serokê Cemxaneya Mersinê Hasan Kilavuz û gelek kesên din tev li bernameyê bûn.    Serokê Komeleya 68'an Dogan Goksel, diyar kir ku bi hezaran dil ji bo 3 şitlan hildibin û wiha got: "Wan ji ber ku biratiya gelê kurd û tirk paratin sûcdar hatin dîtin û darvekirin. Parlamenterê HDP'ê Ertuğrul Kurkçu diyar kir ku bi xêra wan bûne heviya gelên kurd û tirk ên Tirkiye."    Ji bo bîranîna 3 şitlan li Kolana Hunerê ya Akdeniza Mêrsînê jî stran hatin strînk.    STENBOL    Komeleya Ciwanên Şoreşger, Ciwanên EHP'ê, Muxalefeta Ciwanan, Komîteya Ciwanan, bi heman armancê li Stata Arena ya Vodafonê kom bûn û heta 6’emîn Filoya DYA'yê meşiyan. Ciwanan di çalakiyê de pankarta “Ji 68’an heta îro tekoşîn" vekirin û meşiyan. Ciwanan dîsa wêneyên Gezmiş, Aslan û İnan rakirin. Bê navber dirûşmeyên “Mahir, Hüseyin, Ulaş heta rizgariyê şer bikin", “Soza me ya Denîzan dê berdewam bike" û “Bijî şoreş bijî sosyalîsm" berz kirin. Ciwan piştî meşê rêz girtin û sirûda Dev-Gençê xwendin.    LI EDENE Û  ANTALYA  JÎ HATIN BIBÎRANÎN     Tevgera ciwanan û nûnerên partiyên siyasî bi heman armancê li Parka Ataturk ya Edeneyê û li avahiya EMEP'ê ya Antalyayê çalakiyê biranînê pêk anîn.