Li Enqereyê lehî rabû: Gelek mal û kargerî di bin avê de man 2018-05-06 15:39:10   ENQERE – Li Enqereyê lehî rabû. Ji ber lehiyê gelek kargerî û mal di bin avê de man.    Li Enqereyê ji ber barana zêde lehî rabû. Ji duh ve baran dibare û ji ber her der betone barana dibare hemû dibe gol û lehî. Duh li qada Mamakê lehî rabû û gelek karkerî di bin avê de man. Îro jî dîsa ji ber baranê lehî rabû. Li navçeya Keçîorenê ya Enqereyê ji ber barana zêde ava li ser rûyê betonê kom bû, bû lehî û herikî Ji ber lehiyê gelek mal û kargerî di bin avê de man. Lahiya rabû di bin pira û rêyên jêr de kom bûn. Ji ber av li ser rêyan bû gol trafîk rawestiya. Ji ber her der beton e, barîna baran û zîpikê ya 20 deqîqeyan bû sedem ku lehi rabe û gelek dikan û jêrzemîn di bin avê de bimîne.