Malbatên Karkerên li Edaletê Digerin: Her rojê 5 karker dibin qurban 2018-05-06 15:17:19     STENBOL - Malbatên Karkerên li Edaletê Digerin, 72'emîn çalakiya “Nobeta Wîcdan û Edaletê" li Qada Galatasarayê pêk anîn. Malbatan diyar kirin ku her rojê 5 karker di cînayeta kar de dimirin û dibin qurban. Malbatan gotin “Werin em van cînayetan rawestînin."    Malbatên Karkerên li Edaletê Digerin, ji bo balê bikişînin ser cînayetên kar û hesap ji berpirsiyaran bipirsin, di meha 72'emîn de li qada Galatasarayê çalakiya “Nobeta Wîcdan û Edaletê" berdewam kirin. Malbatên ku her her yekşema yekemîn a mehê kom dibin, diyar kirin ku her rojê 5 karker di cînayeta kar de dimirin û dibin qurban kar. Malbatan gotin “Werin em van cînayetan rawestînin." Di çalakiyê de Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu û gelek nunerên saziyên civakî û malbatên karkeran amade bûn. Malbatan di vê çalakiyê de sîwanên li ser “Em di nobeta Wîcdan û Edaletê de ne." vekirin. Dîsa wêneyên karkerên ku di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane bilind kirin. Di çalakiyê de birayê karkerê di teqîna Davutpaşa de jiyana xwe ji dest  da  Hakki Guleç wiha got: “Di vê pêvajoya hilbijartinê de me dixwest wekîlê ku me ew hilbijartiye di nava me de be. Em ne girêdayî tu partiyên siyasî ne. Her rojê em 8-10 hevalên xwe winda dikin. Me xizmên xwe winda kirin. Em vê êşê baş dizanin. Li vi welatî ev qeza ne ji rêzê ne. werin em van êş û cînayetan bi hevre rawestînin.    DI 2018'AN DE 575 KARKER MIRIN   Xizmê karkerê di qezayê de jiyana xwe ji dest da Erdinç Eroglu daxuyanî da. Eroglu, diyar kir ku di 4 mehên 2018'an de herî kêm 575 karker di cînayetên kar de mirin û wiha got: "Li gorî rapora Meclisa Karkeran di nîsanê de 177 karker di cînayetên kar de mirin û di 4 mehên 2018'an de 757 karker mirin.