Kordînasyona Hilbijartina Bajar a HDP'ê: Her dengek dê bibe bersîva sûcekî 2018-05-06 14:22:39   AMED – Koordînasyona Hilbijartina Bajar a Amedê ya HDP'ê, bi civîna çapemeniyê starta Hilbijartina 24'ê Hezîranê da. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerif Çamçi, diyar kir ku ew di her şert û marcan de ji hilbijartinê re amade ne û xewst her kes tev li kampanya HDP'ê ya hilbijartinê bibin. Çamçi, anî ziman ku dê her dengek bibe bersîva sûcekî ku hatiy kirin.    Koordînasyona Hilbijartina Bajar a Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li salona civînê ya Vedat Aydin a HDP'a Amedê bi civîna çapemeniyê starta Hilbijartina 24'ê Hezîranê da. Di civînê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerif Çamçi, endam û rêveberên HDP'ê yên bajar û navceyan, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din tev li civînê bûn. Li ser navê Koordînasyonê Hevserokê HDP'ê yê Amedê Çamçi daxuyanî da.  Çamçi, diyar kir ku ew di her şert û marcan de ji hilbijartinê re amade ne û xewst her kes tev li kampanya HDP'ê ya hilbijartinê bibin. Çamçi, anî ziman ku dê her dengek bibe bersîva sûcekî ku hatiy kirin. Çamçi, anî ziman ku di pêvajoya ku li Rojhilata Navîn û Tirkiye geşedanên awarte pêş dikevin û di şertê OHAL'ê de li Tirkiye diçin hilbijartinê û wiha got: "Ya di zorê de rejîma AKP'ê ye. Ji ber ku ketine zorê vê hilbijartinê pêk tînin. Ji bo wan ev hilbijartina hebûn û tunebûnê ye. “Koalîsyona AKP- MHP dixwaze bi zorê vê hilbijartinê bi dest bixe û hebûna otorîteriya xwe ya faşîst berhdewam bike. Ji ber vê yekê pêdivî bi hilbijartina zordest dît. Ev hilbijarin bi qasî AKP-MHP'ê ji bo dewleta kûr jî dê hebûn û tunebûnê diyar dike.    ‘EM DÊ BI HEMÛ HILBIJÊRAN RE TÊKEVIN TEMASÊ'   Çamçi, anî ziman ku ew dê bi hemû hilbijêran re têkevin nava temasê û ji niha de ji bo ewlehiya sindoqan bixebitin. Hemû dengê ku vîna gelê me temsîl dike divê vala neçe. Ji bo vê yekê berî her tiştî em dê ewlehiya sindoqan biparêzin. Ji ber ku her dengek bersîva sûcekî hatiye kirin e. Em dê baldartir û zêdetir bixebitin. Her çend dema me kêm be jî em dê biçin herû hilbijêran û wan bi rêxistin bikin. Ji bilî tekoşîn û xebatê weki din rê tune ye. Şert û merc çi dibin bila bibin em dê bi coşek mezin, hevî û moralekî mezin xebatên xwe berdewam bikin. Ji ber ku em weki partî hêvî û bendewariyên gel diparêzin.    YÊN KU DIXWAZIN HESAB BIPIRSIN DIVÊ BIÇIN SER SINDOQAN Û DENGÊ XWE BIDIN   Çamçi, anî ziman ku her çend astengî li pêş wan hebin jî, hêza wan a gel heye û ew dê bi tifaq û hêza gel hemû astengiyên li pêş xwe rakin û xwedî awantajek gelek mezin in. Çamçi, destnîşan kir ku di milê hêza gel de ji hemû partiyên din bi şenstir in û wiha bi dawî kir: "Her dengekî HDP’ê dê bibe bersîva sûcekî ku hatiy kirin. Her dengê ku bidin HDP’ê dê bibe bersîva li dijî zext û zordariyê. Her dengê ku bidin HDP’ê dê bibe dengê azadî, aştî, demokrasî û çareseriyê. Her dengekî HDP’ê dê bibe îsyanek.'    Piştî civîna çapemeniyê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.