Parêzerê Zeydan: Dixwazin siyasetê li Zeydan qedexe bikin 2018-05-06 09:59:33   STENBOL - Parêzer Murat Arksak, 8 sal û yek meh û 15 roj cezayê ku 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeytan birî nirxand û diyar kir ku ev raste rast li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Dadgeh hewl dide der barê Zeytan de qedexeya siyasî bîne."    Di operasyona 4’ê Mijdara 2016’an de ya li hemberî hevserokên giştî yên HDP’ê û parlementerên wê pêk hat de, tevî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan jî hatibû girtin û xistin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê. Lê di heman salê de der barê Zeydan de doz hat vekirin. Di dozê de ji ber 7 civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, meş û tevlîbûna merasîmên cenazeyan ên di navbera 2015-2016’an de li Colemêrg, Gever û Şirnexê pêk hatin ku hemû di çarçoveya fealiyetên partiya siyasî de ne hat xwestin ku bi “propagandaya rêxistinê”, “pesinandina sûc û sûcdar”, “lidarxistina civîn û meşşên li dijî qanûnê û rêveberina wan” û “endamtiya rêxistinê” 20 sal ceza li Zeydan bê birîn. Bi hinceta “ewlehiyê” doz neqlî Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê hatibû kirin. Dadgehê biryara xwe di 24’ê Tîrmeha 2017’an de daxuyandibû. Dadgehê bi tawanbariya “alîkariya rêxistinê” 5 sal û bi tawanbariya “propagandaya rêxistinê” 3 sal û meh û 15 roj ceza li Zeydan birîbû.  Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê, îtiraza ku parêziya Zeydan hatiye astengkirin di cî de dît û biryar xera kir. Lê belê piştî biryarê Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê di biryara xwe ya berê de israr kir û 8 sal û meh û 15 roj ceza li Zeydan birî. Lê dadgehê, ji ber parêziya parêzerê Zeydan, Mahsûnî Karaman, ku di danişînê de kiribû li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê wî kir. Dadgehê di biryara xwe de ji dêvla parêziya Zeydan ku di danişîna 13’ê Kanûna 2017’an de kiribû, bêyî ku dest bide hinceta doza hat xerakirin rasterast bi cih kir.    ARKSAK: ZEYDAN GUHDAR NEKIRIN Û CEZA KIRIN   Parêzerê dozê Murat Arksak, diyar kir ku wan 18 daxwazên xwe yên Tevsi-i Tahkikat dan dadgehê, lê ev yek ji aliyê dadgeha îstinafê ve nehat qebûlkirin û wiha got: "Parastina me di biryara bi hincet de cih negirt. Heyet hat guhertin. Piştî heyet hat guhertin me xwest Birêz Zeydan ji nûve guhdar bikin. Lê bêyî Zeydan guhdar bikin dîsa ceza erê kirin. Li gorî kûral û qeydên hiqûqê darizandin nehat kirin. Bi lez û bez darizandin û ceza kirin. Bi vê biryarê dixwazin qedexeya siyasetê li ser Zeydan ferz bikin. Li vir bêhiqûqî heye. Em dê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Em dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehin bidin û ji wir jî ger ku encam dernekeve em dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) bidin."