Dê Mizgefta El Rizk xera bikin û veguhezînin 2018-05-06 09:10:29   ÊLIH - Li Heskifê gelek war û berhemên dîrokî û çandî di bin benda Ilisûyê de dimînin. Yek ji vanan Mizgefta Dîrokî ya El Rizk e.    Îktîdara AKP'ê tevî hemû nerazibûn û hişyariyan warê dîrokî û çandî Heskifê di bin avê de dihêle. Tevî ev warê dîrokî di bin avê de dimîne, gelek berhem û bermahiyên dîrokî jî di bin avê de dimînin. Lê li şûna ku AKP projeya bendava Ilisûyê betal bike, çareyê di guhertina cihê bermahiyan de dimine. Ewil  Turbeya Zeynel Bey ji cih rakir, niha jî hewl dide Mizgefta El Rizk a di bin avê de bimîne ji cihê wê rake û bibe cihekî din.    Hat diyar kirin ku dê Mizgefta El Rizk perçe perçe bikin û piştre ji cihê wê biguhezînin. Ji ber bendava Ilisu ya li ser Çemê Dicle ava dikin, gelek warên dîrokî di bin avê de dimînin. Piştî çiyayê Ramanê bi dinamitan perçe kirin xebata înşatê berdewam dike û gelek warên dirokî xera dibin. Heta niha gelek şikeft, war û berhemên dîrokî bi dînamîtan xera bûn û şopa wan winda bû. Dîsa gelek beşên zinar hilweşiya. Yek ji van warên dîrokî jî Mizgefta El Rızk ye. Hat diyar kirin ku ji bo mizgeft di bin avê de nemîne dê perçe perçe bikin û mizgeftê ji cihê wê rakin û bibin li cihekî din ava bikin. Dî mînareya dîrokî perçe perçe bikin û cihê wê biguherînin. Li bendê ye ku di hefteyê pêş me de diwarên mizgeftê vekin û cihê wê biguherînin.    Sala par jî bi alîkariya şîrketên Holanda Turbeya Zeynel Bey perçe kiribûn û cihê wê guhertibûn. Welatiyê 72 sali Halîl Tekecan diyar kir ku dê mizgefta El Rızk perçe bikin û cihê wê biguherînin û wiha got: "Em naxwazin berhem û warên dîrokî di bin avê de bimînin. Dîsa em naxwazin ev berhem û warên dîrokî cihê wan bê guhertin. Em dixwazin dest ji warên dîrokî yên bi hezaran salan dîraka wan heye berdin û wan xera nekin.    Yek ji Zîyaretvanê Heskifê Mahsum Şimşek jî bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku hemû tiştên ji bo Kurdan xweşik tevî xera dikin û wêran dikin.b    MA / Metin Yoksu