Dayîka 2 sal in li cenazeyê keça xwe digere: Ev îşkence ye 2018-05-06 09:07:56   ŞIRNEX - Dayîk Heznî Aslan a 2 salin li cenazeyê keça xwe Hacer Aslan a di qedexeyên derketina derve, di jêrzemînin Cizîrê de hat şewitandin digere, diyar kir ku her roj cenazeyê keça wê tê ber çavên wê û got: “Bi vê îşkencê li me dikin. Kes guh nade me.”   Cenazeyê gelek kesên berî 2 salan di qedexeyên derketina derve yên navend û navçeyên Cizîr, Hezex, Sîlopî yên Şirnexê de hatin kuştin nadin malbatên wan. Malbat ji bo cenazeyên xwe bigirin gelek zaran mîna DNA’yê dan, lê hîna jî cenaze nehatine tespît kirin. Gelek cenaze li goristanên bêkesan hatin defin kirin û gelek cenaze jî hîna li Saziyên Tîpa Edlî yên bajarên cûda tên girtin.    Cenazeyê Hacer Aslan a di jêrzemîneke Cizîrê de hat şewitandin hîna ne dane malbatê. Dayîk Heznî Aslan, bertek nîşan da û got: “Dinava 2 salan de ji bo cenazeyê keça xwe bigirim min gelek caran mînaka xwînê da. Keça min piştî jiyana xwe ji dest da, bavê wê çû mînaka xwînê da. Ji me re gotin cenazeyê keça we nehatiye dîtin. Li ser vê yekê em çûn Rihayê. Gava devê darbestê vekirin, em rstî cenazeyê zarokê xwe M. Saît Aslan ê di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest dayî hatin. Me cenazeyê wî anî û spart axê. Dûre em dîsan li benda encama mînaka xwînê man.”    ‘BI VÊ ÎŞKENCÊ LI ME DIKIN’   Aslan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Her ku em ketin hewldanê ji bo cenazeyê xwe bigirin, ji me re gotin ‘Cenaze tuneye’ û hewldana me bêencam hiştin. Herî dawî di Tîrmeha 2017’an de me cardin mînaka xwînê da dozger. Her roj cenazeyê keça min tê berçavên min. Her ku ez gora kurê xwe ziyaret dikim, dixwazim gora keça min jî hebe. Ez nizanim li ku derê. Ez hesreta vê yekê dijîm. Bi vê îşkencê li me dikin.”   ‘DIBE KU DIBIN AVAHIYÊN TOKÎ DE HIŞTIBIN’   Aslan, pirsa gelo çi ji cenazeyê keça wê kirin, kir û wiha axaftina xwe bi dawî anî: “Dibe ku cenazeyê keça min û bi dehan kesên bidin avahiyên TOKÎ lê tên çêkirin de hiştibin. Ji xwe zarokên me li wê qadê şewitandin û kuştin. Ger bixwazin dikarin nasnameyên hemû cenazeyan tespît bikin û teslîmê malbatên wan bikin. Îşkenceya derûnî li me dikin. Gelek caran bi şev û roj difikirim ku cenazeyê keça min li ku deriye. Em daxwazneme didin, mînaka xwînê didin, lê em tu bersivê nagirin. Kes guh nade me.”