‘Tifaqên hatin avakirin li dijî kurdan siyasetê dikin, divê em tifaqa mezintir ava bikin' 2018-05-06 09:04:20   AMED – Nûnerên saziyên civaka sivîl diyar kirin ku her du tifaqên hatine avakirin li dijî kurdan siyasete bi rêve dibin û li dijî her du tifaqan jî pêwîste tifaqa kurdan jî ava bibe. Tume Çelîk ê suryanî jî got ku HDP wan temsîl dike û wek suryaniyan dê piştevaniya HDP’ê bikin.    Gelek rêveber û endamên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî yên sivîl ji bajarên herêmê hatin Amedê û tev li civîna aşkerekirina nazmetiya serokomariyê ya Selahattîn Demîrtaş bûn. Nûnerên saziyên civakî yên sivîl tifaqa AKP-MHP û tifaqa CHP, Partiya Îyî, Saadet û Demokrat nirxandin.    ‘HER DU ALÎ JÎ LI DIJÎ KURDAN SIYASETÊ DIKIN’    Endama Dîwana Serokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Semsûrê Rûken Kilinç diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê û tifaqa CHP pêşengiya wê dike li dijî siyaseta kurd hatine avakirin û got: “Divê ku di vê qonaxê de tevgera çepgir û ya kurd helwesta xwe ya zelal deyne holê. Li gel dixwazin HDP li dijî tifaqê bimîne jî lê dê yê ku vê hilbijartinê qezenc bike, HDP ye.”    ‘DÊ LI DIJÎ WAN TIFAQ HERÎ MEZIN AVA BIBE’    Serokê Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ramazan Karakaya jî helwesta du tifaqên hatine avakirin bibîr xist û got: “Çiqas bloka AKP û MHP’ê dibe mijara gotinê jî, lê tifaqa CHP’ê jî bûye tifaqa rast. Her du tifaq jî dixwazin HDP derveyî tifaqê bimîne. Helwesta van tifaqan li dijî siyaseta kurdan e. Niha jî niyeta wan a li dijî kurdan hat dîtin. Lê li dijî vê ez bi bawerim dê eniya kurd, sosyalîst, şoreşger û welatparêzan ava bibe.”    ‘DIVÊ LI DIJÎ VAN TIFAQAN, TIFAQA KURDAN BÊ AVAKIRIN’    Hevserokê Şaxa Jimara 2’an a Egîtîm Senê ya Amedê Recep Şîmşek jî anî ziman ku heke Tirkiye bibe welatê demokratîk bi kurdan re pêkan e û got: “Ji bo Tirkiye veguhere welatek aram û demokrasiyê divê ewil li kurdan guhdar bikin û di ferqa vê yekê de bin. Heke tifaq bi kurdan re bê dayîn û rêgezên HDP’ê qebûl bikin dê pêkan be ku bibe tifaqek çep û demokratîk. Heke ku kurdan qebûl nekin, pêwîste kurd jî li dijî van tifaqan tifaqa xwe ava bikin.”    ‘EM SÛRYANIYAN PIŞTEVANIYA HDP’Ê DIKIN’    Rêveberê Yekîtiya Sûryaniyan a Ewropa û Endamê Meclîsa Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Tuma Çelîk jî diyar kir ku welêt di pêvajoyek gelek girîng de derbas dibe û wiha got: “Dê du mehê din şûn ve çarenûsa Tirkiyeyê diyar bibe. Dê biryara jiyankirina çawa bibe bê dayîn. Li aliyekî yên bajarên me hilweşandin hene û li aliyekî jî yên ku mirovên me hatin şewitandin diparêz e HDP heye. Em wek Sûriyaniyan piştevaniya xwe ji niha ve ji bo HDP’ê û namzetê xwe Demîrtaş diyar dikin. Helwesta me alîgirê mirovahî, jiyana azad û demokratîk e. Tifaqên hatin avakirin ji bo me baştir bû. Me jî dît ku refên xwe diyar kirin. Tifaqên derbasdar in.”    MA / Bîlal Guldem