ROJEVA 6'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-06 09:00:06   * Aborîzan Aydin Ari, diyar kir ku her çend îktîdara Tirkiye ser krîza aborî veşêre jî dê krîz biteqe û nikare ser wê veşerê. Ari, anî ziman ku zem, enflasyon û dovîz her ku diçe zêde dibe û ev nîşaneya herî mezin a krîzê ye.    * Heval û şahidê darvekirina Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan ên di 6'ê Gulanê de hatin darvekirin Tuncer Sumer, diyar kir ku wî di şeva navbera 5 û 6'ê Gulanê de dengê zincîrên darvekirinê bihîst û wiha got: "Me got hevalno Denîz û hevalên wî dibin. Me ew nedît. Piştre Denîz got 'Hevalno bi xatirê we' û çû. Me nekarîbû tu tiştî bikin."    * Nûnerên saziyên civaka sivîl diyar kirin ku her du tifaqên hatine avakirin li dijî kurdan siyasete birêve dibin û li dijî her du tifaqan jî pêwîste tifaqa kurdan jî ava bibe. Tume Çelîk ê suryanî jî got ku HDP wan temsîl dike û wek suryaniyan dê piştevaniya HDP’ê bikin.    * Parlamenterê CHP’ê yê Mêrsînê Aytug Atici diyar kir ku tifaqa AKP, MHP û BBP’ê ava kirin dê bi ser nekeve û got: “Bi taybetî divê Partiya Îyî li hember HDP’ê zimanek baldar bikar bîne. Partiya Îyî dibe ku bimîne tura duyemîn. Wê demê dikar bêje pêdiviya min bi dengê HDP’ê nîne?”    * Nivîskar û siyasetmedarê kurt Tarik Zîya Ekîncî, beriya hilbijartina zordest geşedanên dawî nirxand û xwest hemû kesên ji xwe re dibêjin “demokratim” di nava HDP'ê de cih bigirin. Ekincî, anî ziman ku tevgera çalak a li dora HDP'ê bê avakirin dikare siberojê HDP'ê bike partiya sereke.    *  Dayîk Heznî Aslan a 2 salin li cenazeyê keça xwe Hacer Aslan a di qedexeyên derketina derve, di jêrzemînin Cizîrê de hat şewitandin digere, diyar kir ku her roj cenazeyê keça wê tê ber çavên wê û got: “Bi vê îşkencê li me dikin. Kes guh nade me.”   * Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya Dersimê Hidir Oduncu, diyar kir ku ew dê li diji kesên dixwazin HDP’ê di bin bendê de bihêlin li Dersimê ji 2'yan 2 wekîlan derxin û hemû dengan tevî kom bikin.    * Parêzer Murat Arksak, 8 sal û yek meh û 15 roj cezayê ku 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeytan birî nirxand û diyar kir ku ev raste rast li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Dadgeh hewl dide der barê Zeytan de qedexeya siyasî bîne."    * Li Heskifê gelek war û berhemên dîrokî û çandî di bin benda Ilisûyê de dimînin. Yek ji vanan Mizgefta Dîrokî ya El Rizk e.    * Pêşengên nifşê 68'an Denîz Gezmiş, Huseyin Înan û Yusuf Aslan ên wekî 3 şitl tên naskirin û 46 sal berê hatin darvekirin, dê li Goristana Karşiyaka  ya Enqereyê bên bibîr anîn. (12.30-15.00)   * Cenazeyê Dayika Hevberdevkê HDK'ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu ya jiyana xwe ji dest da Saliha Hamzaoglu, dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî piştî nimêja li Mizgefta Haci Ahmet Tatarî be defin kirin. (15.00)