Qeyûmê tabelayên kurdî daxistin niha pirtûkên kurdî derxistin 2018-05-05 17:06:36   SÊRT – Qeyûmê tayînê Şaredariya Sêrtê hat kirin, pirtûkên Kurdî yên di Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedîrxan a di şaredariyê de, rakirin.    Qeyûmê tayînê Şaredariya Sêrtê hat kirin, tabelaya Kurdî ya li ser Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan a aîdê Şaredariya Sêrtê hat rakirin. Qeyûm piştî rakirina tabelaya Kurdî, vê carê jî pirtûkên Kurdî yên di pirtûkxaneyê de ji kerde rakirin. Ev bûyera sosret, piştî xwendekarên zanîngehê çûn pirtûxaneyê û pirtûkên Kurdî nedîtin, derket holê. Xwendekaran ji rayedarên pirtûkxanê pirsa “Çima pirtûkên Kurdî ne li cihê xwene kirin”, lê yaredaran gotin “Em nizanin” û hewl dan ser bûyerê bigirin.    Hat diyar kirin ku li ser dîwarê derve yê pirtûkxaneya Kurdî, bi boyaxa sprey a sor nîşaneya Rabîa hatiye xêzkirin û nivîsên “Yek al, yek netew, yek welat û yek dewlet” û “Heskirina welat ji îmanê ye” hatine nivîsandin.