Bernamzeta herî ciwan: Hêviya ciwan û jinan HDP ye 2018-05-05 16:45:18   ELÎH - Bernamzeta herî ciwan a HDP'ê Rozerîn Aktaş a 18 salî, diyar kir ku heviyên ciwan û jinan HDP ye û ji ber vê bernamzetiya xwe diyar kir.    Serlêdanên bernamzetiya hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam dikin. Bernamzeta HDP’ê ya herî ciwan Rozerîn Aktaş di 1’ê Hezîranê de dibe 18 salî. Aktaş a li Amedê serlêdana bernamzetiyê kir, diyar kir ku ji bo balê bikişîne ser rewşa ciwanên Kurd serlêdan kir.  Aktaş, da anîn ku hêviya  herî mezin HDPê ye û wiha got: “Armanca min ew ku ez bi jin û ciwanan bidim zanîn ku rizgariya wan di HDP’ê deye. Ez bang li hemû jin û ciwanan dikim ku dengên xwe bidin HDP’ê.”   Aktaş, anî ziman ku ger nebe namzet jî dê bi awayekê aktîf beşdarî xebatên hilbijartinê bibe.