Li Stenbolê 11 kes hatin girtin 2017-10-12 11:25:56 STENBOL – Li Stenbolê ji 13 kesên beriya 14 rojan hatin binçavkirin 11 kes hatin girtin.  Li Stenbolê di 28’ê îlonê de 13 kesên hatin binçavkirin piştî 14 rojan derxistin edliyê. Ji 13 kesan 11 kes bi îddiaya “Endamê rêxistinê ne” û “Propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin û 2 kes jî serbest hatin berdan.    Kesên hatin girtin navên wan ev in: Davut Demîr, Zeynep Kayra, Huseyin Kayra, Mîzgîn Akman, Şahîn Ozyildirim, Vedat Çelîk, Mustafa Berke, Serhat Kiziltaş, Mahmut Zeren, Serkan Kaya, Suzan Ejderha.    Ceylan Keleş û Kadriye Kol jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.