24 sal berê hat binçavkirin û hêj agahî jê tune ye 2018-05-05 14:52:32   AMED - Xizmên windayan û şaxa ÎHD'ê ya Amedê, di hefteya 482'an de aqûbeta Nazim Gulmez ê di sala 1994'an de li navçeya Xozatê ya Dersimê hat binçavkirin û hêj agahî jê nayê girtin pirsîn.    Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 842'an de li salona Vedat Aydin a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe berdewam kirin. Malbatan di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" a wêneyên windayan li ser e vekirin. Endamê komîsyona windayan ê ÎHD'ê Adnan Orhan, diyar kir ku heta edalet pêk bê dê têkoşînka xwe berdewam bikin. Orhan, anî ziman ku ji ber kujer nayên darizandin mirov tên kuştin û kuştina mirovan didome.    Malbatan û ÎHD'ê di çalakiya vê hefteyê de çîroka Nazim Gulmez ê di 15'ê Cotmeha 1994'an de li Xozata Dersimê hat binçavkirin û 24 salin agahî jê nayê girtin xwendin.    Endamê Komîsyona windayan ê ÎHD'ê Hasan Yalçin, çîroka Gulmez vegot û anî ziman ku 24 salin li aqûbeta wî digerin. Yalçin, anî ziman ku Nazım Gulmez ê 61 salî li Gundê Taşitli yê Xozatê dijiya û wiha got: "Gulmez bavê 9 zarokan bû. Karê çandiniyê û çotkariyê dikir. Di 13'ê Cotmeha 1994'an de li herêma Alî Bogazi ji aliyê leşkerên Tugaya Komandoyên Bolu ve hat binçavkirin. Di 15'ê Cotmeha 1994'an de leşker piştî nîvro disa tên gund. Li gund lêgerîn kirin. Leşkerên tev li operasyonê bûn Nazim Gulmez ji bo rê nîşanî wan bidin ji gund birin û carek din venegeriya. Li ber çavê keya û hemû gundiyan ew bi zorê birin û winda kirin.