3 ciwanên li Cizîrê hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2018-05-05 12:35:48   ŞIRNEX - Ji 7 ciwanên li Taxa Yafes a Cizîrê hatin binçavkirin, 3 jê hatin berdan. Hat îdîakirin ku polisan sîxurî ferzî ciwanan kirine.     Li Taxa Yafes a navçeya Cizîra Şirnexê di serdegirtina malan a 3’yê Gulanê de, ciwanên binavê Mehmet Aydin, Yusuf Yanik û Murat Dundar, piştî îfadeya wan a li Midûryeta Polîsan a Navçeyê hatin girtin, hatin berdan.  Di heman dîrokê de xwendekar Mehmet Îşçî, Kahraman Tetîk, hamît Çikmaz û Îdrîs Yaşar ên hatin binçavkirin, lêpirsîna wan a li Midûryeta Polîsan berdewam dike. Ciwanên ku hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, hat îdîakirin ku li Midûryeta Polîsan sîxurî ferzî wan hat kirin.