Hestiyên pîr û kalên xwe ji dewletê xwestin 2018-05-05 11:14:52   DERSÎM – Neviyên kesên di Komkujiya Dersîmê de hatin qetilkirin, di saetên bi darvekirina Seyît Riza de, beşdarî bîranîna li Qada Seyît Riza bûn û hestiyên pîr û kalên xwe ji dewletê xwestin.    Dersimiyan mîna her salê, îsal jî di 4’ê Gulanê de li dijî Komkujiya Dersimê ya salên 1937 û 38’an bertek nîşan dan û kesên di komkujiyê de hatibûn qetilkirin, bibîr anîn. Dersimiyên di saeta 19.38’an a bi darvekirina Seyît Riza de li qadên kom bûn, zêmar berz kirin û komkujiya Dersimê şermezar kirin. Girsaya li qadê kom bûbûn xwestin komkujî bê ronî kirin û naskirin. Xizmên kesên di Komkujiya Dersimê de hatin qetilkirin ên beşdarî çalakiyê bû ji MA’yê re axivin.    ‘KOMKUJÎ JI WÊ ROJÊ Û VIR VE BERDEWAM DIKE’   Mehmet Soylu ê du kalên xwe di komkujiyê de winda kirin, diyar kir ku dapîrên wan tim şîreta tekoşînê li wan dikin. Soylu, da zanîn ku dewletê bi awayekê vekirî di sala 1937’an de biryara Dersimê sunnî bike da û wiha axivî: “Ji ber ku dewletê nekarî me sunnî bike, komkujî pêk anî. Komkujiya Dersimê ji wê rojê û vir ve berdewam dike. Mînaka yekemîn jî 12’ê Îlonê ye û li ser gel travmayek mezin da jiyîn. Di salên 90’î de bi valekirina gundan re ev komkujî berdewam kir û îro jî em van komkujiyan dijîn. Tiştên niha em dijîn ji hemû komkujiyan xerabtire. Li Sûr, Cizîr û Nisêbînê me rastiya komkujiya ji Dersimê xerabtir jiya. Li ber çavê hemû cîhanê mirov di jêrzemînande qetilkirin.”   ‘EM HESTIYÊN WAN DIXWAZIN’   Ayser Demîr Klavuz jî yek ji wan kesane ku di komkujiyê de xizmên xwe winda kiriye. Li gorî Klavuz, ji Komkujiya Dersimê û heya roja îro tiştek neguheriye û ev hişmendî hîna desthilatdare.   Klavuz, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Gelê Dersimê, bi bawerî û xwezaya xwe re cihek kevnare. Erdnîgariya wê pîroze. Mirovên wê li dijî bêmafiyêne. Hem ji bo Kurdin û hem jî ji bo Elewîne tên qetilkirin. Bi biryar dewletê hemû zindiyên Dersimê tune kirin. Pitik di şeftan de kuştin. Zarokên keç dan leşker û serbazên dayîk û bavên wan qetil kirin. Ew pişaftin. Dewlet hîna jî dibêje ev ne jenoside. Ev ax a me ye. Em naçin tu derî. Bi hevrebûna gelên cûda vî welatî xweşik dikin. Em ji dewletê hesiyên pîr û kalên xwe dixwazin.”   ‘BI  JENOSÎDÊ XWESTIN GELEKÊ TUNE BIKIN’   Gulten Kahraman jî, diyar kir ku ew jî yek ji malbatên hatin sîrgûnkirin û wiha got: “Malbata min piştî Komkujiya Dersimê koçî Çorumê hat kirin. Dewlet qebûl bike jî, neke jî komkujiya 1987-38’an ‘Jenosîde.’ Tevkujiya Dersimê zext û zilm bû. Xwestin çand, bawerî û gelê Kurd tune bikin. Niha em jiyana sîrgûnê dijîn. Li ser axa xwe em nikarin azad bijîn. Gelên Tirkiyeyê dixwazin li ser axa xwe bi ziman, nasname û çanda xwe azad bijîn. Divê feraseta faşîst a nijatperest ji holê bê rakirin.”