Wekîla Şaredariya Êlihê ya berê hat binçavkirin 2017-10-12 11:03:58 ÊLIH - Wekîla Şaredariya Êlihê ya berê Huriyet Kaytar, ku qeyûmê ew ji kar avêtibû, hat binçavkirin.   Polîsan di saetên şevê de bi ser mala Wekîla berê ya Şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê Huriyet  Kaytar de girt û ew binçav kirin. Berê jî di 15’ê Tebaxê de polîsan di ser mala Kaytar de girtibûn û binçav kiribûn. Piştî îfadeya wê ya  li Midûryeta Polîsan girtin, serbest berdabûn. Serdozgeriyê Komarê yê Êlihê berdana Kaytar îtîraz kir û daxwaza girtinê kir. Kaytar, disa hat binçavkirin û birin Midûryeta Polîsan a Êlihê.       Li bendê ye ku Kaytar derxîn in Edliya Êlihê.