Li Stenbolê gelek HDP’î hatin binçavkirin 2018-05-05 10:48:07   STENBOL – Li Stenbolê di serdegirtina malan de wekîla HDP’ê ya berê û Endama Meclîsa HDP’ê Asiye Kolçak jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin.    Li gelek navçeyên Stenbolê polîsan serê sibê bi ser malan de girt. Hat zanîn ku operasyon li dijî endam û rêveberên HDP’ê pêk hatiye. Di serdegirtina malan de Wekîla HDP’ê ya Bursayê ya berê Asiye Kolçak û Endama Meclîsa HDP’ê Asiye Kolçak jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin.    Sedemê binçavkirinê nehat zanîn û binçavkirî li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê tên ragirtin.    Navê binçavkiriyên aşkere bûn ev in: Asiye Kolçak, Fatma Kaya, Canşah Çelîk (Cemîle Ana), Zeynep Çalihan, Ayten Ay, Zübeyde Akdag û Diyar Ozgan.