Girtiyê nexweş Ayik di girtîgehê de binçav kirin 2018-05-05 10:13:48 ANTALYA – Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê û nexweşê pençeşêra Kolonê Devrîm Ayik ê dadgehê biryara berdawan wî da, berî ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê derkeve hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku derbarê Ayik de biryara girtinê heye.  Girtiyê nexweşîna pençeşêra Kolonê û xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Devrîm Ayik, di danişîna 04’ê Gulanê de ji ber tenduristiya wî bi şertê hepsa malê hat berdan. Ayik gava ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dihat berdan, ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin. Ayik ê ji 3’yê Cotmeha 2015’an ve girtîbû, di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Dozgerê Komarê yê Antalyayê vê hatî destpêkirin, cardin hat binçavkirin.    GAVA DI GIRTÎGEHÊ DE BÛ, WEKE ‘FÎRAR’ QEYD KIRIBÛN   Hat diyar kirin ku derbarê Ayik de bi îdîaya “Beşdarî çalakiya bê destûr bûye” û “Propagandeya rêxistinê kirin” lêpirsîn hatiye destpêkirin û nehat zanîn ku ev lêpirsîn di kîjan salê de vebûye. Ayik gava di girtîgehê de bû weke ‘Fîrar’ derbasî qeydên lêpirsînê kiribûn.  Hat destnîşan kirin ku Ayik ê birin Qereqola Cendirmeyan a Doşemealti dê derxin Edliya Antalyayê.      BI ZANEBÛN VÊ YEKÊ  DIKIN!    Dayîk Hulya Ayik a agahiya berdana kurê xwe bihîst û çû ber Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, diyar kir ku kurê wê 3 salin di girtîgehê deye û wiha got: “Tu hinceta carekedin kurê min bigirin tuneye. Bi zanebûn wiha dikin. Ev polîtîkayeke bi zanebûne. Ev pêkanîn teqez nayên qebûl kirin û li hemberî vê bi bertekim.”