Hewldana Demokrasiyê ya Kocaeliyê: Em enerjiya xwe li dijî îktîdarê bikin yek 2018-05-05 09:09:01 KOCAELÎ – Berdevkê Hewldana Demokrasiyê ya Kocaeliyê Alî Bûgdaci hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nirxand. Bûgdaci diyar kir ku ew ê di hilbijartinê de piştevaniya HDP’ê bikin û got: “Li hemberî îktîdarê divê em hemû enerjiya xwe bikin yek. Em ê namzetên dest bi xwîn hilnebijêrin.”  Hewldana Demokrasiyê ya Kocaeliyê, hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nirxand. Berdevkê Hewldana Demokrasiyê Alî Bûgdaci diyar kir ku AKP bi ketiye nav panîkê û berê xwe daye hilbijartinê. Bûgdaci destnîşan kir ku sedema sereke ya hilbijartinê ew e ku îktîdara AKP’ê hem di warê navnetewî û hem jî li Tirkiyeyê di qada siyasî û aborî de tengijiye û dê ev îktîdar nikaribe salekê jî welat bi rê ve bibe. Bûgdaci got: “Operasyona Efrînê bi awayekî berovajî li wan vegeriya. Pêla netewperstiyê ya ku tê xwestin berbelav bibe bêçaretiya îktîdarê nîşan dide. Ya girîng ew e ku dê li hemberî vê hêzên demokrasiyê çi bikin. Cara ewil e ku li siyaset ssîrayetî hemû gelên Tirkiyeyê dike. Siyasîbûn li dor Beştepe û TBMM’ê zêde bû. Divê hêzên demokrasiyê ji vê yekî dûr bikevin û vegerin kuçe û kolanan. Pir aşkere ye ku hilbijartina di şertên Rewşa Awarte de derhiqûqî ye. Nêvengeke ku dê çewisandin zêdebin û deng bên dizîn heye. Lê ji bo siberojê hêviyên me hene.”    ‘DIVÊ EM LI DOR DEMÎRTAŞ  BIBIN YEK’    Bûgdaci diyar kir ku divê tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê di hilbijartinê de bibin yek û got: “Tenê navek heye ku bibe dengê bindestan û soyaslîstan, ew jî Demîrtaş e. Bêyî hincet divê em li dor Demîrtaş bibin yek û li kuçeyan dengê xwe ragihînin. Partiyên bûrjûvayê û partiyên sosyal demokrat xwe ji kurdan, ji HDP’ê dûr dixin. Divê hemû derdorên hilbijartinê zanibin ku ev noqteyeke derbasbûyînê ye û divê em bi vê baweriyê tev bigerin.”    ‘EM NAMZETÊN DESTBIXWÎN HILNEBIJÊRIN’    Bûgdaci diyar kir ku divê bi HDP’a ku Demîrtaş wekî namzet nîşan daye wekî coşa 7’ê Hezîranê coşeke din xwe bide der û got: “Divê em bi coşeke mezin dakevin kuçeyan û bi ser bikevin.” Bûgdaci diyar kir ku kesên doza demokrasiyê dikin ji milkê dil deyndarê Demîrtaş û HDP’ê ne û got: “Pêdivî bi nêvengeke gengeşiyê tune ye. Li hemberî îktîdarê divê em hemû enerjiya xwe bikin yek. Tu hêz nikare li ber enerjiya me xwe ragire. Em ê namzetên dest bixwîn hilnebijêrin. Em hêzên Demokrasiyê em ê li gel parêzvanê demokrasiyê Demîrtaş bin.”    MA / Elif Çetiner