Parlamenterê berê Zenderlîoglu hat binçavkirin 2017-10-12 10:51:21 STENBOL – Parlamenterê HDP’ê yê berê Husamettîn Zenderlîoglu li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê hat binçavkirin.  Parlementerê HDP’ê yê Bedlîsê yê berê Husamettîn Zenderlîoglu yê ku ji derveyî welat hat Balafirgeha Ataturka Stenbolê hat binçavkirin. Zenderlîoglu ji duh êvarê ve li nokteya polîsan a balafirgehê tê rawestandin. Li bendê ye ku di saetên pêş de derbixin Edliya Bakirkoyê. Hat zanîn ku Zenderlîgolu di çarçoveya dozek Dadgeha Cezayê Asliyê ya Amedê tê dîtin hatiye binçavkirin.