Namzetê serokomariyê yê HDP'ê Demîrtaş e 2018-05-04 17:36:38 AMED– Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, namzetê serkomariyê yê HDP’ê daxuyand. Bûldan got: “Namzetê HDP’ê Birêz Selahattin Demirtaş e.”     HDP, ji bo daxuyandina namzetê xwe yê serokomariyê li Amed û Stenbolê bi awayekî hevwext bername li dar xistin. Bernameya li Amedê li Otela Demîrê pêk hat. Tevî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, hevjîna Selahattin Demirtaş başak Demirtaş, parlementerên HDP’ê, Platforma Demokratan a Kurdistanê (PDK), Tevgera Azadî, PAK, PSK, PDK-T, TJA, endamên PM û MYK’ê yên HDP’ê, rêveberên bajêr ên HDP û DBP’ê gelek kes tev li bernameyê bûn.     Di berenameyê de pêşî siyasetmedarê kurd Ahmet Turk axivî û destnîşan kir ku divê kurd bi heycan û coşeke mezin tev li kampanyaya hilbijartinê ya Demirtaş bibin. Turk bi lêv kir ku ew tim diyar dikin ew têkoşînê ji bo mewkî û maqamê nakin, ew ji bo azadiya gel dikin. Turk got: “Kesên îdia dikin ku ew ji bo demokrasiye tev digerin eniya duyemîn a netewperest ku kurdan, elewiyan tune dihesibîne pêk anîn. Baş dizanin kurd hêzeke girîng in, lê dîsa jî ev yek kirin. Gelê kurd van kesan baş nas dike. Em ê bi awayekî aşkere nîşan bidin ku li Tirkiyeyê bêyî kurdan demokrasi pêk nayê. Em ê tevî gelê xwe û hevrêyên xwe heta dawiyê vê hilbijartinê bi rê ve bibin.”       Axaftina Bûldan a di bernameyê de ev e:                     “Hilbijartina 24’ê Hezîranê ya serkomariyê û parlementeriyê hem kurdan hem jî gelên Tirkiyeyê ji nêz ve eleqedar dike. Êdî tu wexteke ku civaka Tirkiyeyê û gelê kurd winda bike tune ye. Li ser vî esasî em namzetiya hêja Selahattîn Demîrtaş ku civaka Tirkiyeyê hemêz dike û hêvî û heycanê dide bi rêzdarî silav dikin.   Namzetê me yê serokomariyê hêja Selahattin Demritaş zarokê Amedê ye. Niha dem ew  dem e ku gelê Amedê xwedî li hêja Selahattin Demirtaş derkeve. Divê tu kes 4’ê Mijdarê ji bîr neke. Di 4’ê Mijdarê de Demirtaş li vir li Amedê hat binçavkirin, wî birin Girtîgeha Edîrneyê û ji wê rojê ve rehin hatiye girtin. Niha ya ku divê em bikin ew e ku êvara 24’ê Hezîranê em li vir namzetê xwe yê serkomariyê Demirtaş b kulîlkan, govendê pêşwazî bikin.   Em ê xebatên hilbijartinê ji îro pê ve bidin destpêkirin. Ji ber ku hêja Selahattin Demirtaş di Girtîgeha Edîrneyê de ye nikare xebata bi rê ve bibe. Ji girtîgehê ne pêkan e ku ew û hilbijêrên xwe bên gel hev. Loma ji bo demildest bigihîje azadiya xwe em careke din daxwaz dikin. Û divê xebatên xwe yên hilbijartin, tevî gelê xwe li mîtînagn, li çalakî û di xebatan de bi destê hilbijêrên xwe bigire û bike. Ji ber vê divê demildest bê berdan.   Ne pêkan e ku Demirtaş bi vî awayî xebatên hilbijartinê bike. Nikare bi riya parêzeran xebatên hilbijartinê bike. Em careke din ji vir bang dikin ku divê demildest ev neheqî, derhiqûqî û bêedaletî ji holê bê rakirin. Eger dê Demirtaş di girtîgehê de be, dê heta 24’ê Hezîranê rojnamevan biçin girtîgehê an na, em dixwazin vê yekê hîn bibin. Em dixwazin hîn bibin dê kîjan qenala wêrek Demirtaş vexwîne qenala xwe.   Lê belê em destnîşan dikin ku divê demildest Demirtaş bê berdan û wê êvarê wekî serokomar ew û gelê xwe bên gel hev û ji bo vê yekê zemîn amadekirin.   Demirtaş tenê ne namzetê kurda ye, namzetê tirk, ermenî, elewî, jin û ciwana ye. Demirtaş wekî hincet û afirînerê hêviyê yê vê civakê heye û dê tim hebe.   Niha barê ku dikeve ser milê me ew e ku em xwedî li Demirtaş derkevin. Eger em karibin vê yekê bikin, dê Demirtaş êvara 24’ê Hezîranê tembûra xwe lêxe û em ê bi hevdu re govengê bigerînin.”