'Sira dewletê' ji dadgehê veşartin 2018-05-04 15:19:51   ENQERE - 16'enîn danişina 'Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê ku têkildarî 19 kesên ji aliyê reyedarên dewletê ve hatine kuştin, hatiye vekirin; li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişînê de heyeta dadgehê ji Lijneya  Teftişê ya Serokwezîriyê Raropa Bûyera Sûsûrlûkê xwestibû. Lê Lijneya Teftîşê bi sedema "Sirra dewletê ye" rapor tev neşand. Daxwaza parêzeran a ku bila Serokwezîrê wê demê bê guhdarkirin jî hat redkirin.    16'enîn danişina 'Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê ku têkildarî 19 kesên di salên 1993-1996'an de ji aliyê reyedarên dewletê ve hatine kuştin, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam kir. Li salonê malbatên mexdûran û parêzerên bersûcan amade bûn.  Di danişînê de heyeta dadgehê ji Lijneya  Teftişê ya Serokwezîriyê Raropa Bûyera Sûsûrlûkê ku wê demê Serokwezîr Mesut Yilmaz li ser kar bû xwestibû. Lê Lijneya Teftîşê bi sedema "Sirra dewletê ye" rapor tev neşand. Di danişînê de parêzerê malbatan Yusuf Alataş, bertek nîşanî nedayîna belge û raporan a bi sedema "Sirra dewletê ye" da. Alataş, diyar kir ku yek ji bersûcê dozê dewlet bi xwe ye û wiha got: "Bi vî rengî ne pêkan e encam ji vê dozê derkeve. Alataş, ani ziman ku eslê raporê û pêvekên raporê nehatine şandin û wiha got: "Perçe kirine û şandine. Tu fikra dewletê ku sûc ronî bike tune ye. Ger ku nêt û armanca dewletê ya sûc ronî bike tune be, ne pêkan e ku ev doz bi encağm bibe. Prz. Ruşen Ali Nergiz jî diyar kir ku ev dozek girîng e û xwest serokwezîrên wê demê Mesut Yilmaz, Tansu Çiller û hevserê Çiler Ozer Uçuran Çiller ji bên guhdar kirin.    Parêzera malbatan Nuray Ozdoğan, jî helwesta wezaretê rexne kir û wiha got: "Rayedaran sûcê peywirê kiriye." Prz. Sertaç Ekincî jî xwest biryara ku bersûc mecbûrî tevlêbûna danişînê bibe bê rakirin.  Heyat dadgehê jî daxwaza parêzeran a "Bila Serokwezîr" bên guhdarkirin red kir. Heyetê xwest dosya Mahmut Yildirim ê bi kodê “Yeşil” ji dosyayên din bê cudakirin.    Heyeta dadgehê danişîna dozê taloqî 2'ê Cotmeha 2018'an kir.