Girtiyê nexweş Devrîm Ayik kirin hepsa malê 2018-05-04 14:53:17   ÎZMÎR - Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê û nexweşê pençeşêra kolonê Devrîm Ayik û 3 kesên bi wî re yên ji sala 2015’an ve girtîbûn hatin berdan. Dadgehê ji bo Ayik biryara hepsa malê da.   11’emîn danişîna xebatkarê Kovara Ozgur Halkê û nexweşê pençeşêra kolonê Devrim Ayik ê di 3’yê Cotmeha 2015’an de li Îzmîrê bi 9 kesan re bi îdîaya “Endamê rêxistin” û “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin girtin li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Îzmîrê hat dîtin. Devrîm Ayik ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê û 3 girtiyên din ji girtîgehên cûda bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û 5 girtiyên din beşdar nebûn. Piştî tespîta nasnameyan danişînê dest pê kir. Dozger piştî parastinên hatin kirin, xwest Ayik û 3 girtiyên bên berdan.  Şandeya dadgehê bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketin derve Ayik û sê kesin din berdan û ji bo Ayik biryara hepsa malê da.   Dadgehê dûre danişîn taloqî 25’ê Îlona 2018’an kir.