Li Amedê 2 girtîgehên nû vebûn û 5 jî di rê de ne 2018-05-04 14:14:56   AMED - Avakirina Girtîgehên Tîpên T ên Hejmarên 1 û 2 ên Amedê ku cihê xwe li gel Girtîgeha Tîpa D a Amedê ya li Kampusa Saziyên Înfaza Cezayê de bigire bi dawî bûn. Hat diyar kirin ku dê girtîgeha jin û zarokan jî di Hezîranê de bê vekirin.    Kampusa Saziyên Cezayê ya berî çand salan dest bi çêkirina wê hat kirin, a nêzî qada Girtîgeha Tîpa D Amedê ya li ser rêya navçeya Erxeniya Amedê, ber bi dawî ve diçe. Kampus bi awayekê fermî nehatiye vekirin, lê Girtîgeha Tîpa D tê de faliyên xwe bi rêve dibe. Di divê kampusê de girtîgên jin, zarok û ciwan, Tîpa T a 2 û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a 2 cih bigirin. Bi giştî dê 8 girtîgeh divê kampusê de cih bigirin. Girtîgehên Tîpa T a Hejara 1 û 2 yên Amedê dê di meha Nîsanê de dest bi fealiyetê bikin.  Kapasîteya girtîgehên Tîpên T ji 616 kesan pêk tên.    Hat diyar kirin ku 400 girtî û hikûmxarên li Girtîgeha Tîpa E Amedê, dê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Amedê bên kirin. Hat destnîşan kirin ku dê girtiyên siyasî jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Amedê bikin.