HDP û HDK: Dersim hafizeya hevpar a gelan e 2018-05-04 12:52:43   STENBOL - HDP û HDK’ê, xwestin ku rastiya Komkujiya Dersimê bê naskirin û gotin: “Li dijî hişmendiya tekparêz bersiva herî mezin jiyan û pêşeroja hevpar avakirin û hûnandine. Ji ber ku hafizeya gelan, mifteya winda ya çiyayên Dersimê ye.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) derbarê salvegea Komkujiya Dersimê de daxuyaniyek nivîskî weşand. HDP’ê di daxuyaniya xwe de kesên ku di Komkujiya Dersimê de hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Seyît Riza û rêhevalên wî di 15’ê Mijdara 1937’an de li Xerpetê di dadgehek sexte de hatin mehkûm kirin û di sala 1925’an hatin darvekirin û hîna jî kes cihê gura wan nizane. Li gorî hejara ferî 13 hezar kes li Dersimê hatin kuştin. Lê li gorî çavkaniyên herêmî 50’î hezar kes hatin qetilkirin û bi deh  hezaran welatî hatin sîrgûn kirin. Em carek din kesên di Komkujiya Dêrsimê de hatin qetilkirin bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan di tewînin. ”   HDK: EM ŞOPDAR BIN    HDK’ê jî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Komkujiya Dersimê 81 salin li ser tê girtin û dixwazin di taritiyê de bimîne. Lê Dersim hafizeya hevpar a gelan e. Ji ber ku hafizeya gelan, mifteya winda ya çiyayên Dersimê ye. Em di salvegera 81’emîn a Komkujiya Dersimê de hemû kesên mîna Seyît Riza serê xwe netewandin û di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin.”