Dizên li pêş kamerayan diziyê dikin nayên girtin 2018-05-04 11:05:26   AMED – Li navçeya Rezan a Amedê her ku diçe dizî zêde dibe. Li navçeya ku dizî lê zêde dibe tevî dîmenên kamerayan jî diz nayên girtin. Esnafan bertek nîşanî diziyê û rayedaran dan û anîn ziman ku çavê xwe ji dizan re digirin. Esnaf Mehmet Barlak, anî ziman ku sedema zêdebûna diz û tecawizê pirsgirêka rêveberiya Tirkiyeyê ye."    Li Kolana Yunus Îslam a taxa 5 Nîsanê ya Amedê di demên dawî de dizî zêde bûye. Di mehek dawî de 8-9 caran dizî hat kirin. Tevî ku dizî li ber kamerayan tê kirin jî diz nayên girtin. Herî dawî di 25'ê Nîzanê de diz li nava rojê li ber kamerayan dizî kir. Xwediyê marketê Îhsan Gungoren, bertek nîşanî diziyê da û diyar kir ku tevî dizî li nava rojê li ber kamerayan tê kirin, dîsa diz nayên girtin. Gungoren, anî ziman ku ji ber diziyê û dizan li taxê aramî nemaye. Gungoren, da zanîn ku ji ber polîs cîddî nêzî vê yekê nabin û dizan nagirin ew carek din serî li polîsan nade û wiha got: "Îsal 6 caran diz ketin marketa min. Tevî ku dîmenên kamerayan hebûn jî dîsa diz nehatin girtin. Ez ji sebê heta êvarî ji bo 10-15 TL qezenç bikim li vir kar dikim. Lê diz tên malên me didizin. Polîs tên li dîmenên kamerayan dinerin, lê dîsa dizan nagirin."   Esnaf Mahmut Atsay jî diyar kir ku êdî diz aramiya wan xera dikin û ji ber dizan nikarin razên. Atsay, anî ziman ku diz ketin dikana wî û wiha got: "3 meh der bas bûn, lê hêj diz nehatine girtin. Dema TV dizîne dîmenê wî di kameraya cîranê me de hatine girtin. Lê dîsa jî diz nehatiye girtin.    SEDEMA ZÊDEBÛNA DIZAN VALAHIYA RÊVEBERIYA TIRKIYE YE     Esnafê taxa 5'ê Nîsanê Mehmet Barlak jî bertek nîşan da û wiha got:  "Sedema zêdebûna diz û tecawizê pirsgirêka rêveberiya Tirkiyeyê ye. Ger ku li Tirkiye rêveberî hebûya wisa nedibû. Valahiya rêveberiyê rê li pêş dizan vedike. Di nava 2 mehan de diz ket dikana 30 esnafan.    MA / Esra Solin Dal