Şahidê Komkujiya Dêrsimê: Neviyên Seyîd Riza tu carî serî natewîn in 2018-05-04 10:07:51 DERSIM - Ji şahidê Komkujiya Dêrsimê Mehmet Demîr Pençe diyar kir ku komkujî li Efrîn, Sûr, Cizîr û Nisêbînê dubare dibe û got: “Neviyên Seyîd Riza serê xwe didin, lê serê xwe natewînin. Divê kurd bibin yek û destûr nedin komkujiyan.”    Ji aliyê Lîjneya Wezîran ve di 4’ê Gulana 1937’an de li Dêrsimê operasyonek leşkerî dest pê kir û gel di qirkirinê de derbas kirin. Komkujiya Dêrsimê bi navê din Terteleya Dêrsimê 81 sal li pey xwe hişt. Li gel belgeyên fermî ku hene jî Komkujî nehat ronîkirin. Li gorî hejmarên fermî wê demê 16 hezar kes hatin qetilkirin û li gorî ne agahiyên fermî jî bi ser 70 hezar kesî re hatin hatin qetilkirin. Bi deh hezaran kes jî sirgûn kirin.    Ji şahidê komkujiyê Mehmet Demîr Pençe yê 92 salî hêj zîndewar li ser piya ye û li bendê ye dewlet bi komkujiyê re hevrû bimîne û lêborîna xwe bixwaze. Pençe li Dêrsimê li aramxaneyekê dijî û dema komkujî pêk tê hêj 12 salî ye. Pence xizmên xwe di komkujiyê de winda dike û malbata wî jî di herêmên cuda de diçe çiyayan dijî û xwe rizgar dikin.    Pençe ji gundê Doganli yê Mazgîrta Dêrsimê ye û her roj diçe ber peykerê Seyîd Riza serpêhatiyên xwe bibîr tîne. Pençe diyar kir ku ew bûye şahidê ji rûspiyên gundê wan Cafer û Alî Riza li qada gund dan ber guleyan û ew qetil kirin e.    ‘ZAROKÊN RIZGAR BÛN JÎ GULEBARAN KIRIN’    Pençe destnîşan kir ku li gundê Golbagi yê bi ser navçeya Mazgîrtê ve 60 kes xistine rêzê û gule li wan barandine û wiha got: “Ez bixwe çûm ser cenazeyan. Du zarok ji wir filitî bibûn. Pişt re ew jî hatin kuştin. Dibe ku hejmar zêde be jî. Lê me nizanibû. Leşkeran ne hişt gundî wan cenazeyan bibînin û birin. 200 kes li şikeftên Newala Kutu bicih bibûn. Jinek derket derve û cihê wan hat tespîtkirin. Li ser ferm ana Sabîha Gokçen bi balafiran bombebaran kirin û hemûyan jiyana xwe ji dest da. Ez bawerim hêj hestiyê wan mirovan li wir e.”   ‘KALÊN ME BI TEMBÛRÊN WAN VE KUŞTIN’    Pençe da zanîn ku şev û rojên wan li çiyayan derbas bû û wiha dewam kir: “Kalên elewiyan ên baweriya elewîtiyê fêr dikirin, bi tembûrên wan ve hatin girêdan û kuştin. Tevî hemû tiştan jî me îbadetên xwe bicih dianî. Elewiyan di qirkirina herî mezin de derbas kirin, lê dîsa jî xelas nekirin. Em rastî gelek neheqiyan hatin. Tişta hat serê me ji zilmê wêdetir bû. Lê me qet û tu demê serî netewand. Dixwestin em jî wek wan bibin faşîst û nijadperest. Lê bi baweriya xwe ve li dijî vê yekê ne. Em tu carî jî qebûl nakin.”   ‘SALÊN 1937-38 LI EFRÎN, SÛR, CIZÎR Û NISÊBÎNÊ XWE DUBARE KIRIN’   Pençe, da zanîn ku Elewî hîna jî rastî zilmê tên û wiha rêz kir: “Hişmendiya salên 1937-38’an hîna berdewam dike. Ev hişmendî li Efrîn, Cizîr, Sûr û Nisêbînê komkujî pêk anîn û berdewama komkujiya Dêrsimê bû. Ên bi dengên gel tên hilbijartin, zilmê li gel dikin. Tirkiye bi yekzilamtiyê tê bi rêve birin. Erdogan dibêje ew neviyê Osmaniyane. Tetîkêşiyê ferz dike, lê neviyên Seyît Riza jî li ber xwe didin.”    ‘NEVIYÊN SEYÎT RIZA TU CARÎ SERÎ NATEWÎNIN’   Pençe yê ji ber temenê xwe yê mezin di axaftinê zehtiyan dikêşe, diyar kir ku Seyît Riza ji berk u axa xwe parast hat bi darvekirin û wiha pê de çû: “Gotinên wî yên berî bê bi darvekirin ên ‘Min li hemberî we serî netewand û ezê serî netewînim’ ji bo me girînge. Hina ev hişmendî dixwaze serî li neviyên Seyît Riza bide tewandin. Baweriya min heye ku dê neviyên wî jî tu darî serî netewînin. Cardin Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî çi kiribûn ku kirin girtîgehan. Ji ber ku ew jî li dijî zilmê derketin, kirin girtîgehan. Ez dizanim ew jî dibêjin em neviyên Seyît Rizane. Baweriya min heye ser bidin, lê ser netewînin.”       ‘BILA CIWANÊN EM HESABÊN DÊRSÎMÊ BIPIRSIN’   Pençe di dema roportajê de tim pirsa “Ciwan çidikin, divê pir bixebitin, gelo emê hilbijatinê qezenc bikin?” dike û wiha axaftina xwe berdewam dike: “Divê ciwan bixebitin. Me nekarî em bikin û me kesên hesap dan nedîtin, lê divê ciwanên me hesabên Dêrsimê bipirsîn. Bila dawî li pevçûnên Elewî û Sûnnî bînin. Divê êdî dest ji yek ziman, yek ol û yek polîtîkayê berdin. Me nedît, lê bila neviyên me bibînin.”    ‘LAZIME KURD BIBIN YEK’    Pençe, destnîşan kir ku lazime gelê kurd li hemberî êrîşên li ser wan tên ferzkirin bibin yek û wiha domand: “Divê êdî kurd bibin yek û ji vê komkujiyê re bêjin êdî bese. Êdî ez naxwazim dîroka me bi komkujiyan bê bibîranîn. Em şahidên salên 1937-38’an bi vê derdê re yek bi yek dimirin. Me nekarî em li ser xizmên xwe yên hatin winda kirin, findekê jî pêbixin. Me êşa xwe xist nava xwe û emê wisan bimirin. Li Tirkiyeyê edalet nemaya, bil abes zilmê li axa me bikin.”    ‘GAVA DESÛRÊ NADIN MIN, EZ DIREVIM DIÇIM GEL SEYIT RIZA’   Pençe, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez dixwazim her roj bêm Qada Seyît Riza. Lê ji ber ku li Aramxaneyê dimînim ez neçarim destûr bigirim. Hin caran destûr nadin. Ez ji direvim û têm Qada Seyît Riza. Ez Qada Seyît Riza pir hes dibim. Wateyek wê ya pir girîng ji bo min heye. Seyît Riza ji boz iman, ol û netewa xwe li dijî zilmê têkoşiya. Di vê rêçê de hat bi darvekirin. Gava têm vê derê ew tên bîra min.”    MA / Semra Turan