4 girtiyên nexweş ên giran 15 roj in di grevê de ne 2018-05-04 09:18:19 ÎZMÎR – Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê 4 girtiyên nexweş ên giran ji bo daxwaza tenduristiya wan bê başkirin, ji 20 Nîsanê vir ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Greva girtiyan 15 roj li pey xwe hişt.  Li Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmîrê girtiyên nexweş ên giran Ergîn Aktaş, Yusuf Bulut, Dîcle Bozan û Ehmedê Xemî yên ji Rojavayê Kurdistanê ji bo mafê wan dermankirinê hatiye astengkirin û bi boneya li dijî vê yekê derbikevin ji 20’ê Nîsanê ve vir ve di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.    Ji ber her du destên girtî Ergîn Aktaş nîn in diwarê pêdiviyên rojane de zehmetiyan dikişîne. Dîcle Bozan jî ji ber ku roviyên wê li derve ne li benda emeliyatê ye.    Yusuf Bulut ê 68 salî jî nikare ji nav nivînan rabe. Ehmedê Xemî ji navê û pê de felç bûye.    Tenduristiya herçar girtiyan her diçe girand dibe. Daxwazên girtiyan ew e demildest şert û mercên wan bên başkirin û bi lezgînî bên dermankirin.    Heta niha tu bersivek erênî nedane daxwazên wan.    Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek greva birçîbûnê û binpêkirina mafê girtiyan nirxand û got: “Girtîgeh bi temamî veguherîne navendên hilberîna girtiyên nexweş.”   ‘NEXWEŞÎNA PENCEŞÊRÊ ZÊDE DIBE’    Çîçek da zanîn ku her diçe hejmara girtiyên nexweş zêde dibe û wiha got: “Li hin girtîgehên herêma Egeyê di odeyên 7 kesî de 23 kes dimînin. Ji ber vê yekê mirov neçar in li erdê rakevin. Ev yek dibe sedema nexweşînan û li ser tenduristiya girtiyên nexweş bandorek neyînî dike. Di demên dawî de nexweşîna penceşêrê jî zêde dibe.”   ‘ÊDÎ DERMANKIRINÊ JÎ QEBÛL NAKIN’    Çîçek destnîşan kir ku Girtîgeha Tîpa R a Menemenê girtîgehek ji bo girtiyên nexweş ên giran bi hêsanî bên dermankirin hatiye avakirin û wiha dewam kir: “Lê mixabin berevajî vê yekê li dermankirina girtiyan dinêrin. Hemû girtîgeh bûne tecrîdxane. Ji ber pêkanînên girtîgehê 4 girtiyên di greve de êdî dermankirinê jî qebûl nakin. Ev girtî hemû nexweşên giran in, nikarin pêdiviyê xwe jî pêk bînin. Ev girtîgehek ne girtîgehek ku tenduristiya mirovan lê bê başkirin.”    ‘DIVÊ DEMIL DEST DAXWAZA WAN BÊ QEBÛLKIRIN’    Çîçek anî ziman ku divê demildest pirgirêka girtiyên nexweş bê başkirin û daxwazên wan bên qebûlkirin.