Ji bo berdana Demirtaş dê serî li YSK’ê bidin 2018-05-04 09:16:18 ENQERE – Ji bo berdana Selahattin Demirtaş ku niha wekî namzetê serokomariyê yê HDP’ê navê wî derdikeve pêş, dê serî li YSK’ê bê dayîn.  Dê HDP û CHP îro namzetên xwe yên serokomariyê aşkere bikin. Wisa tê xuyakirin ku dê HDP, Parlemneterê Stenbolê û Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş û CHP jî Parlementerê Yalovayê Muharrem Înce wekî namzet nîşan bide. Dê HDP ji bo daxuyandina namzetê xwe bi awayekî hevwext li Stenbol û Amedê civînan çêbike û dê CHP jî namzetê xwe li Enqereyê aşkere bike.    JI BO BERDANA DEMÎRATŞ DÊ SERÎ LI YSK’Ê BÊ DAYÎN    Piştî namzetiya Demirtaş bi awayekî fermî bê daxuyandin, dê Koma HDP’ê ya Meclîsê vê biryarê ragihîne Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK). Piştî biryarê dê parêzerên Demirtaş jî serî li YSK’ê bidin û dê doza berdana wî bikin. Ji ber ku Demirtaş girtiye nikare kampanyaya hilbijartinê bi rê ve bibe. Ji bo di şert û mercên wekhev de kampanyaya hilbijartinê pêk bê, dê doza berdana Demirtaş bê kirin.    ‘BAWER BIKIN EM DIKARIN BIKIN’    Her wiha ev starta HDP’ê ya li Stenbol û Amedê wekî strata hilbijartinê jî dixuyê. Hat hînbûn ku dê di kampanyaya hilbijartinê de dirûşmeya Demîrtaş “Bawer bikin em dikarin bikin” ku çend roj berê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiribû be.    MA / Hayrı Demir